Sebahat Tuncel: Em ê serhildana xwe bidomînin
- 15:27 22 Cotmeh 2021
- Hiqûq
ENQERE - Hevseroka Giştî ya berê ya DBP'ê Sebahat Tûncel a ku di Doza Kobanê de axivî wiha got:"Azadî ji bo me tercîheke e. Em serî natewînin. Em ê serhildana xwe bidomînin."
Danişîna 5’emîn a Doza Kobanê di roja 4’emîn de li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam dike. Komek parlamenter û rêveberên HDP’ê û parêzer dozê dişopînin. Di danişînê de endamên berê yên MYK'a HDP'ê Ayşe Yagci û Bîrcan Yorûlmaz û Hevseroka Giştî ya berê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat Tûncel, di danişînê de mafê axaftinê girtin û parastina xwe kirin.
'Ev doz ne dozeke sûc e'
Sebahat Tûncel, derbarê lêkolînkirina girtina xwe de axivî û wiha got: "Me çend caran kursî bi kar anî û gelek caran anî ziman ku darizandina partiya mezin a sêyemîn a Tirkiyeyê ya ji ber twîtekê ne hiqûqî, sincî û wijdanî ye. Azadî karê tercîhê ye. Kesên ku vê hildibijêrên bedêla wê jî didin. Mina Prometheus. Wî pêvajoyeke nû da destpêkirin. HDP jî pirsgirêkên azadî, mafê mirovan û neçareserkirina Pirsgirêka Kurd tîne ziman. Banga belavkirina agir a li tevahiya gel dike. Dibêje çareyeke din pêkan e. Sedema darizandina me ya li vir jî ev e. Ev doz ne dozeke sûc e. Tifaqa Komarê bi hev re vê dozê bi rê ve dibe."
'Gerek we dozname qebûl nekira'
Di berdewamê de Sebahatê, diyar kir ku HDP'ê di asta ku dikare pêşî li têkçûna Tirkiyeyê bigire de ye û ev tişt anî ziman: "Agirê ku Prometheus didize di destên HDP'ê de ye. Em ê li parlamento û danişînan li ber xwe bidin. Divê desthilata AKP'ê Pirsgirêka Kurd bi rêya diyalogê çareser bike. Ev beriya niha bûbû. Lê Erdogan mase ji bo desthilata xwe quliband. Xelasbûna ji vê pêkan e. Hê rê heye. Ev tenê bi desthilatê nabe. Berpirsyariyên we jî hene. Pêkanîna qanûnan a ji bo hevsengiya di navbera serdest û bindestan girêdayî we ye. Lê hûn li şûna li biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrpoyê binêrin, li desthilatê dinêrin. Gerek we dozname qebûl nekira. Lê we kir."
Her dawî Sebahatê, peyamên berdewamkirina têkoşînê da û piştî axaftina Sebahatê ji bo saet û nîvekê navber hat dayîn.