Ji 15 kesên ji heman dozê dihatin darizandin 14 jê hatin berdan

  • 15:10 3 Mijdar 2021
  • Hiqûq
STENBOL - Dayikên Aştiyê jî di nav de doza ku 15 kes jê dihatin darizandin derbarê 14 kesî de biryara beraetê hat dayîn. 
 
Di nav wan de Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Bûrsayê ya berê Asiye Kolçak û Dayikên Aştiyê jî heyî di  5'ê Gulana 2018'an de 15 jinên hatibûn binçavkirin bi îdayaya "endamtiya rêxistinê" û "Propagandaya rêxistinê"  derbarê wan de doz hatibû vekirin. Daneşîna biryarê ya dozê li Edliyeya Çaglayanê li 35'emîn Dadgeha Cezayê Giran hat dîtin. Di daneşînê de parêzerên cih girtin parastin kirin.
 
14 kes hatin beraetkirin
 
Heyeta dadgehê ku piştî parastinê biryara xwe aşkera kir, derbarê Ayşe Yildiz, Ayten Ay, Elîf Berk, Serap Mutlu, Emîne Erbek, Rihan Akgul, Arîfe Çinar, Asiye Kolçak, Zeynep Calihan, Canşah Çelîk, Hatîce Kocaman Aynur Daşdogern, Yeşîm Keleş û Fatma Kaya de biryara beraetê da. Heyetê li Menduhe Bîcermen jî bi îdaya "propagandaya rêxistinê kiriye" salek û 8 meh cezayê girtîgehê birî.