Cezayê Çîlem Dogan a ku parastina xwe kir hat erêkirin
- 11:26 4 Mijdar 2021
- Hiqûq
ENQERE - Dadgeha bilind cezayê 15 salan ê girtîgehê ku li Çîlem Dogan a parastina xwe kir û Hasan Karabulut ê ku fuhuş lê ferz kir û tundî lê kiribû kuşt erê kir.
Cezayê 15 sal girtîgehê ku ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a Edeneyê ve li Çîlem Dogan a parastina xwe kir û Hasan Karabulut ê tundî lê dikir û fûhûş lê ferz kiribû di sala 2015'an de kuşt lê hatibû birîn ji aliyê Dadgeha bilind ve hat erêkirin.
Piştî biryara ku hat dayîn parêzerên Çîlem Dogan a ku wê careke din bikeve girtîgehê diyar kirin ku ew ê serî li Dadgeha Bingehîn (AYM) bidin.