Parêzerên Doza Kobanê serî li HSK'ê dan
- 16:11 11 Mijdar 2021
- Hiqûq
ENQERE - Parêzerên Doza Kobanê, derbarê heyeta dadgehê de serî li HSK'ê dan û giliyê heyetê kirin û daxwaz kirin ku derbarê heyeta dadgehe ku peywira xwe ne baş bi kar tîne de vekolîn bê kirin.
Di Doza Kobanê de piştî ku Serokê 22'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Enqereyê Bahtiyar Çolak di 4'ê mijdarê de bi biryara Lijneya Dozger û Dadgeran (HSK) ji peywirê hat girtin, ji endamên heyeta dadgehê Yildiray Kaya weke serokê dadgehê hatiye tayînkirin. Li şûna endamê heyeta dadgehê yê vala ma jî ji endamên 23'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ku îtîraz lê tên kirin Mûrat Donmez hat peywirdakirin.
Piştî guhertina heyeta dadgehê parêzerên dozê daxwaz kirin ku danişîn 2 meh bê taloqkirin û vedora danişînê ku 2 hefteyan berdewam dike bê guhertin. Heyeta dadgehê vê daxwaza parêzeran red kir. Ji ber vê redkirinê 3 rojên parêzerên dozê bi armanca şermezarkirina heyeta dadgehê tevlî danişînê nabin. Parêzeran îro jî serî li HSK'ê dan û giliyê heyeta dadgehê kirin. Parêzeran, ji HSK'ê daxwaz kir ku derbarê heyeta dadgehê ku peywira xwe ne baş bi kar tîne de vekolîn bê kirin.
Parêzeran di serlêdana xwe de binpêkirinên ku li dadgehê tên kirin rêz kirin û daxwaz kirin ku daxwaza wan a derbarê heyeta dadgehê de bê qebûlkirin.