Parêzer Nergîz Gornaz: Piştî peymanê dema redkirinê dest pê kir
- 09:16 28 Mijdar 2021
- Hiqûq
ENQERE - Nergîz Gornaz ya ÇHD’î da zanîn ku piştî feshkirina Peymana Stenbolê serlêdanên jinan nayên girtin, û got: “Dadgeh der barê biryara parastinê de jî wiha dibêje ‘Ber kes ji qanûnê agahdar nebû. Niha ji ber her kes dizane gelek dosyayên me hene. Ji ber vê em nikarin rûniştinan vekin. Em li ser dosyayê biryaran didin.’.”
Piştî feshkirina Peymana Stenbolê, têkoşîna jinan didome. Ji bo rawestandina biryarê bi sedan serlêdan tê kirin û di encama redkirina biryarê de jin wê biryarê bibin Dadgeha Destura Bingehîn (DDB). Serlêdanên ji bo peymanê di 18’ê mijdarê de ji aliyê Daniştay ve hat redkirin. Di biryarê de 8 endamê daxwaza rawestînê red kir û 5 heban jî balkişandin ser wekheviya zayenda civakî û di alî betalkirinê de deng bikar anî.
Seroka Komîsyona Jinan a Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Hevdem (ÇHD) ya Enqereyê Nergîz Gornaz der barê biryara daniştay û feshkirina peymanê de axivî.
Nergîzê got redkirina daxwazê ya ji aliyê Daniştay ve derxistiye holê ku Daniştay ji kîjan perspektîfê dinêre û got: “5 endamên muxalîf balkişandin ser wekheviya zayenda civakî. Di vir de hewcedariya ji bo Peymana Stenbolê derketiye holê û ev gelek girîng e. Em parêzerên jin yên têkoşîna jinê didin dibêjin ku ev zimanê di hiqûqê de cih girtiye gelek bi hêviye.”
‘Ferasetek dijberê hiqûqê heye’
Nergîzê wiha dirêjî dayê: “Biryara Daniştayê daye ne li gorî hiqûqê ye. 8 endamên Daniştay daxwaza rawestînê red kirin. Hincetên van 8 endaman û 5 endamên muxalîf dijberê hevin. Biryaran dikşînin aliyê din. Li Tirkiyeyê qanûn û biryarname li gorî hinek kesên diyarkirî tê dayîn û ji ber vê jî kêfiyetek mezin di vir de xwe dide der.”
‘Li ser hiqûqê zext heye’
Nergîzê balkişand ser zextên li hember hiqûqê û wiha destnîşan kir : “Polîtîkayên li hember jin û LGBT’iyan, piştî zimanê dewletê ji çarçoveya mafê mirovan derketiye zexta li ser hiqûqê dest pê kriye. Zimanê siyasî yê rojane li ser biryaran gelek bi bandore. Jinan piştî biryara Daniştay berê xwe dan DDB’Ê. Biryara DDB’ê jî wê li gorî hewaya siyasî biguhere. Îhtîmala ku biryarek erênî derkeve jî heye. Mixabin berpirsyariyên li hember jin û zarokan ji holê hatiye rakirin. Dema peymana Stenbolê di meriyetê de bû, li salonên dadgehê behsa peymanê dihat kirin lê dadger jê neagahdar bûn. Piştî peyman hat rakirin jê agahdar bûn.”
‘Polîs serldanan nake qeydan’
Nergîzê bi lêv kir ku piştî peyman hatiye rakirin şûnde binpêkirinên mafan yên li hember jinan zêde bûne û wiha balkişand ser berpirsyariya polîsan: “Jin serî li qerekolan didin lê polîs hewl dide wan ji daxwaza wan vegerînin. Hewl didin giliyê wan nekin qeydan. Ji bo destpêkirina lêpirsînê îfadeya jinê têr dike lê delîlên ‘şênber’ tên xwestin. Bi hincetên cuda jinan ji giliyê wan vedigerînin. Mixabin dadgehên malbatê jî di vê mijarê de hinceta ‘gelek kar heye’ nîşan didin û dibêjin ji ber zêdebûna dosyayan em nikarin rûniştinê bikin.”