Doza Adalet Kaya hat taloqkirin
- 11:37 6 Kanûn 2021
- Hiqûq
AMED - Rûniştina doza Seroka Komeleya Jinê ya Rosayê Adalet Kaya bi hinceta kêmasiyan hat taloqkirin.
3'yemîn rûniştina doza Seroka Komeleya Jinê ya Rosayê Adalet Kaya li 11'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Adaletê beşdarî rûniştinê nebû. Parêzerên Adaletê Elif Tirenç û Gozde Engin beşdarî rûniştinê bûn.
Meqama îddiayê xwest kêmasî bê temamkirin.
Dadgehê ji ber raporên metaryalên dîjîtal nehatibûn rûniştin taloqî 7'ê Adara 2022'yan kir.