Ji malbatên ku li Roboskî xizmên wan hatin kuştin re ceza xwestin

  • 14:24 24 Çile 2022
  • Hiqûq
ŞIRNEX - Danişîna doza 16 kesên ku xizmê wan di Komkujiya Roboskî de hatin kuştin hat kirin. Dozger ji 16 kesan re ceza xwest. Dadger jî danîşan taloqî 7'ê adarê kir. 
 
Bi hinceta ku di bîranina Komkujiya Roboskiyî ya sala 2015’an de “propagandaya rêxistinê kirine” derbarê 16 xizmên kesên qurbaniyên Roboskiyê de doz hatibû vekirin. Danişîna biryarê ya dozê li 2'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Şirnexê hat kirin. Parêzer û malbat beşdarî danişînê nebûn. Dozger mutalaya xwe pêşkêş kir û ji 16 kesan re ceza xwest. 
 
Şandeya dadgehê danişînê taloqî 7'ê adarê kir.