Parêzer Sevda Çelîk: Emniyet di dosyayê de wekî alîgir tev digere

  • 09:06 16 Sibat 2022
  • Hiqûq
 
Oznur Deger
 
ENQERE - Parêzera Doza Kobanê Sevda Çelîk Ozbîngol da zanîn ku bi sedan muştekiyên di dozê de hatine guhdarkirin divê bibin şahid  û wiha got: “Midûriyeta Emniyeta ku girêdayê wezareta karê hundir e, ku ferze ewraqê peşkêşî dosyayê bike, ji ber alîgirê dosyayê ye, ne pêkan e ewraqên bêalî pêşkêş bike.”
 
10’emîn rûniştina Doza Qirkirina Siyasî ya Kobanê ku 22 jê girtî 108 kes ku tê de hevserokên Giştî yên berê yên HDP’ê Fîgen Yuksekdag, Selahattîn Demîrtaş û hevseroka giştî ya DBP’ê ya berê Sebahat Tuncel jî tên darizandin di 28’ê sibatê de wê li Kampusa Girtîgeha Sîncanê bê dîtin.
 
Muştekiya giliyên xwe vekişandin
 
Ev 10 meh in bi sedan muştekî bi riya talîmatê hatin guhdarkirin. Bi dehan şahidê veşarî û yan jî vekirî îfade dan. Nayê zanîn ku muştekî çawa tevlî dosyayê bûne û ji bo çi tevlî bûne. Ligel vê gelekan jî giliyên xwe şûnde kişandin.
 
Parêzera dozê Sevda Çelîk Ozbîngol der barê dosyayê de axivî.
 
Sevdayê da zanîn ev dosya dosyayeke ku aliyê wê yê siyasî pir giran e û got di pêvajoya darizandinê de bi gelek dijhiqûqiyan re hatine rû hev. Sevdayê wiha got: “Darizandineke ku bi dadgeha taybet hatiye rayedarkirin heye. Heyeta 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê, tenê ji bo vê darizandinê hatiye peywirdarkirin. Darizandinek bi hiqûqî nayê kirin. Hemû rêgezên hiqûqa navneteweyî û ya hundir tê binpêkirin.”
 
Dosya bi 324 klasorî dest pê kir gihişt 500’î
 
Sevdayê da zanîn ku bi perîyotên rûniştinê hewl didin pêşî li mafê parastinê bigirin û ev tişt bi lêv kir: “ Şansa ku em belge û delîlên hatine bicihkirin lêkolîn bikin tune ye. Dema dosyaya me hat destpêkirin 324 klasor bû û îro  500 derbas kiriye. Di dosyayê de dîroka sûcên tên gotin hatine kirin pir kevn in, lê vekirina dosyayê, amadekirina îdianame û pêvajoya darizandinê pir kurt e. Mafê kesên tên darizandin ji dest hatine girtin.”
 
‘Emniyet alîgirê dosyayê ye’
 
Sevdayê di berdewamiyê de wiha nirxand: “Di pêvajoya darizandinê de mafê parastinê tê tunekirin. Bêyî ku dosya bên kontrolkirin, parastinê li muvekîlên me ferz dikin. Di dosyayê de li dijî darizandinê, îfadeyên muştekiyan hat girtin. Bi sedan muştekî hatin guhdarkirin. Lê wek tê îdiakirin, piranî muştekî mexdûriyeta wan tune ye. Hemû sazî wek mudaxîl di vê dosyayê de cih digirin. Midûriyeta Emniyeta ku girêdayê wezareta karê hundir e, ku ferz e ewraqê peşkêşî dosyayê bike, ji ber alîgirê dosyayê ye, ne pêkan e ewraqên bêalî pêşkêş bike.”
 
‘Şahidên veşarî derketin holê’
 
Sevdayê destnîşan kir ku piştî lingên dosyayê rizyan vê carê şahidên veşarî yê nû derketine holê û di vê mijarê de jî wiha daxuyand: “Yek ji aliyê herî balê dikşîn a vê dosyayê şahidê veşarî ne. Ev dosya di asta amadekirinê de bû, şahidekî ku nehatibû guhdarkirin di dosyayê de cih girt. 6 sal piştî dîroka tê îdiakirin şûnde mirov hatine girtin û tevî divê sûc bihatana îspatkirin, ev nehat îspatkirin û berovajî vê şahidên veşarî derxistin pêşberî me. Em bi şahidekî ku tu rastiya îfadeyên wî tune re hatin rû hev. Me îtîraza xwe kir. Me parastinên hewce kir. Di hefteyên borî de DMME’ê der barê rakirina destnedanên 2016’an ên HDP’iyan de biryara binpêkirina maf da. Piştî vê îtîrafkarekî nû li dosyayê hat zêdekirin. Lê ev ne tesaduf e. Bi zanebûn ev lê zêde kirin.”
 
‘Banga xwedîderketina li dozê’
 
Sevdayê di dawiya axaftina xwe de ev nirxandin kir: “Ji bo me esasa ewil ev e ku her kesên di dosyayê de dema bê guhdarkirin, em jî li wir bin û pirsan jê bipirsin û li pêş dadgehê bên guhdarkirin. Lê ger ku pratîkek wisa pêk neyê, wê 100 klasorên din jî li 500 klasorî zêde bibe. Daxwaza me ev e ku darizandineke adîlane pêk bê. Di vê dosyayê de siyaseta legal tê darizandin. Divê rayagiştî bi wijdan û xesasiyet xwedî li vê dosyayê derkeve.”