Rûniştina Pervîn Buldan hat taloqkirin
- 14:11 16 Sibat 2022
- Hiqûq
ENQERE - Doza Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervin Buldan a bi idiaya "endamtiya rêxistinê" jê dihat darizandin hat taloqkirin.
Bi hinceta beşdariya daxuyaniyên çapemeniyê û çalakiyên cuda bi idiaya "endamtiya rêxistinê" li Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervin Buldan doz hatibû vekirin. 12'emîn rûniştina dozê li 18'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat dîtin. Pervînê beşdarî rûniştinê nebû. Parêzerên Pervînê Kenan Maçoglu û Fikret Ilkiz beşdarî rûniştinê bûn.
Di rûniştina bi eşkerekirina nasnameyê dest pê kir de parêzeran mafê axaftinê girtin.
Piştî daxwazên parêzeran heyeta dadgehê rûniştin taloqî 11'ê Gulana 2022'yan hat kirin.