‘Îşkenceya li Îmraliyê bi destên DDB’ê didome’

  • 09:06 21 Sibat 2022
  • Hiqûq
Rozerîn Gultekîn-Marta Somek
 
STENBOL - Parêzer Ayşe Acinikli da zanîn ku serlêdanên ji bo Îmraliyê ji aliyê DDB’ê ve tê redkirin û ev biryarek siyasî ye. Ayşeyê wiha vegot: “Îşkenceya li Îmraliyê niha bi erêkirina Dadgeha Destûra Bingehîn didome.” Hevseroka HDP’a Stenbolê Îlknur Bîrol jî daxuyakirin ku ji bo deriyên Îmraliyê vebibin divê civaka Tirkiyeyê bikeve nava tevgerê.
 
Buroya Hiqûqê ya Asrin ji bo muvekîlên xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş, ku li Îmraliyê girtîne û 11 meh in agahî jê nayên girtin di 24’ê Kanûnê de serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (DDB) dan û DDB’ê serlêdana ‘bi daxwaza tedbîrê’ hatibû kirin di 12’ê Çile de red kir. Biryara redê jî di 31’ê Çile de teblîgê parêzeran hat kirin û DDB’ê tecrîda Îmraliyê ji nedîtîve hat.
 
Ji bo NY’ê serlêdana ‘çalakiya lezgîn
 
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrin di 3’yê Sibatê de ji bo Îmraliyê serlêdana ‘çalakiya lezgîn’ li Raportora Taybet a Îşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) kir. Parêzer di vê mijarê de daxuyaniya NY’ê dipê. Endama Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Ayşe Acinikli, hevseroka HDP’a Stenbolê Îlknur Bîrol der barê biryara red ya DDB’ê de ji ajansa me re axivîn.
 
‘Biryara DDB’ê polîtîk e’
 
Parêzer Ayşe Acinikli destnîşan kir ku li Tirkiyeyê hiqûq tu car ji siyasetê serbixwe biryar negirtiye û wiha vegot: “Serdestiya desthilatdarî û siyasetê ya li ser darazê roj bi roj zêde bûye. Ne pêkan e mirov biryarên adîlane û hiqûqî ji DDB’ê bipên. DDB biryarê polîtîk dide. Ji bo serlêdanên tedbîrê jî hewl didin biryarên tedbîrê nedin. Berê jî me der barê mafê girtiyan de serlêdan kirin lê dîsa bi rêveberiyên girtîgehan re axivîn û biryar red kirin. 11 meh pêvajoyek dirêj e. Evqas dem e agahî ji muwekîlan nayên girtin. Ev nîşan dide ku qanûna qedexeya îşkenceyê pêk nayê. DDB tecrîdê ji nedîtîve tê.”
 
‘Siyaset li ser darazê serdest e’
 
Ayşeyê di dirêjiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “DDB ne xwedî cesareta ku bêje ez biryara li gorî hiqûqê didim. Daraz ji siyasetê ne serbixwe ye. Siyaset li ser darazê serdest e. Ji bo parêzerekî nikare qedexeya ku bi girtî re hevdîtinê bike bê dayîn. Dikare parêzer bê qedexekirin lê ev qedexe malbatê eleqeder nake.  Di mijara parêzeran de jî qedexeyek wisa li dijî usulê ye.”
 
'Li Îmraliyê hiqûqa taybet, bi destê DDB’ê îşkence didome'
 
Ayşeyê her wiha ev tişt daxuyand: “Li Îmraliyê pergalek taybet tê meşandin. Yên tên kirin taybet in. Ji hiqûqa normal pergalek cuda pêk tê. Mafên destûra bingehîn ji ber hiqûqa înfazê nayên bikaranîn û ev îşkence ye. Ev îşkence 11 meh in didome. Abdullah Ocalan mafê telefonê ji 1999’an heta niha tenê du caran bi kar aniye. Birêz Abdullah Ocalan di meha Adarê de  mafê telefonê bi kar anî û tenê du deqeyan berdewam kir. Ev dijhiqûqiyek mezin e. Telefon her wiha hat qutkirin. Ev îşkence ye. Wekî din tiştek nîne. Ev îşkence niha bi destê DDB’ê didome. Bi erêkirina wê didome. Ligel vê bersivê nadin serlêdanan. Pêkanîna hiqûqê bi destê hiqûqê tê astengkirin.”
 
‘Rewşa cidiyeta Îmraliyê nîşan dide’
 
Ayşeyê destnîşan kir ku ji bo rakirina tecrîdê zext û bangan dikin lê gelek caran bê bersiv dimîne û wiha bi lêv kir: “Ji ber zextên desthilatdariyê tenê saziyên muxalîf deng derdixin. Bangên ÎHD, OHD, TÎHV’ê hene. Lê ev jî hedefa xwe nabînin. Serlêdana Buroya Hiqûqê ya Asrinê ya li NY’ê kiriye cîdiyeta rewşa Îmraliyê nîşan dide. Mijdarê navneteweyî di zemîna polîtîk de pêş dikevin. Mixabin qada navneteweyî li dijî dijhiqûqiya li Tirkiyeyê bê deng e.
 
Biryara AKBK’ê
 
Yekem biryara ku Komîtya Wezîrên Konseya Ewropayê (AKBK) ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê tê jiyîn daye, biryara der barê binpêkirina ‘mafê hêviyê’ ya cezaya înfaza muebeta giran de daye. Konseya Ewropayê ev biryar bixwe nedaye. Ev di encama serlêdanan de daye. Em ê ji bo rakirina tecrîdê heta dawî her tiştî bidin zorê.”
 
‘Maf û azadî tên binpêkirin’
 
Hevseroka HDP’a Stenbolê Îlknur Bîrol jî bal kişand ser tecrîdê û got hemû biryarên der barê Abdullah Ocalan de hatine dayîn, hiqûq hatiye tunekirin û ev nirxandin kir: “Mixabin li gorî rêgezên hiqûqê biryar nehatin dayîn. Di her asta biryara der barê tecrîda Îmraliyê de biryarên siyasî hatin dayîn. Maf û azadiya Abdullah Ocalan tê xespkirin. Dewlet hemû xespkirina maf bi xwe re dibîne. Ev demek dirêj e vê dimeşîne. Bizê Ocalan bi giştî ji cîhana derve hatiye îzolekirin.”
 
‘Tu fêdeya tecrîdê ji bo welat çênebû’
 
Îlknûrê diyar kir ku tecrîd di çarçoveya  azadî, maf û heqîqetê de bi mêjiyê aştiyê dikare bê çareserkirin û wiha bertek nîşan da: “Abdullah Ocalan divê tenê wek şexsiyetekê bi hiqûqa carî hatiye îzolekirin, neyê girtin. Divê bê zanîn ku parçeyê heqîqetek din, sîmgeyek din û bê îdrakirin ku çareseriyê hêsantir dike. Her wiha tu fêdeya tecrîdkirinê ji bo welat tune ye.”
 
‘Tecrîd belav bû’
 
Îlknurê bal kişand ser biryara redê ya DDB’ê û wiha bertek nîşan da: “Me dipa ku DDB ne bi biryarên siyasî bi hiqûqî û rêgezên gerdûnî biryarê bide. Lê DDB pêkanîna dijminahiyê didomîne. Tecrîda li ser Abdullah Ocalan bandorek mezin li ser civakê kiriye. Civak bi awayekî topyekun tê tecrîdkirin. Tecrîd bûye avala avakirina rejîmê. Yekane tişta bê kirin bêguman rakirian tecrîdê ye. Divê demildest hevdîtinên bi parêzer û malbatê re bên kirin. Neçar in vê gavê bavêjin.”