Doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
- 13:31 3 Adar 2022
- Hiqûq
STENBOL - Danişîna doza rojnamevan Huseyîn Aykol, Înan Kizilkaya û Zana Kaya û siyasetmedar Hatîp Dîcle hat taloqkirin.
Danişînên doza rojnamevanên ji rojnameya Ozgur Gundemê ya bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hat girtin didomin. Danişîna 21’emîn a doza Gerînendeyên Weşana Giştî yê Ozgur Gundemê Huseyîn Aykol û Zana Kaya, Midûrê Karên Nivîsan Înan Kizilkaya û siyasetmedarê kurd Hatîp Dîcle ku ji doza Ozgur Gundemê tên darizandin, li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Çaglayana Stenbolê hat lidarxistin. Parêzer Ozcan Kiliç beşdarî danişînê bû û yên tên darizandin tevli nebûn.
Ji ber serokê dadgehê guherî, zabitên dozê hatin xwendin. Hat gotin fermana girtina Hatîp Dîcle nehatiye cih. Dozger xwest kêmasiyên dosyeyê temam bibin. Dadgehê biryara dewamiya girtina Hatîp Dîcle da û danişîn taloqî 16’ê Hezîranê kir.