Di Doza Kobanê de daxwaza tehliyekirina Aysel Tugluk hat redkirin
- 12:41 12 Adar 2022
- Hiqûq
ENQERE - Danişîna Doza Kobanê taloqê 28, 29, 31’ê adarê û 1, 4, 5, 7 û 8’ê nîsanê hat kirin. Şandeya dadgehê hem daxwaza tehlikerina Aysel Tugluk û hem jî hemû daxwazên siyasetmedar û parêzeran red kir.
Bi hinceta çalakiyên 6-8’ê Cotmehê ku li dijî êrişa DAIŞ’ê ya li ser Kobanê hatibûn kirin, Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê û endamên Lijneya Rêveber a Navendî (MYK) jî di nav de, derheqê 108 kesan de doz hatibû vekirin. Biryara derheqê 10’emîn danişîna Doza Kobanê de li UYAP’ê hate barkirin.
Biryara rewşa girtî dê berdewam bike
Şandeya dadgehê diyar kir ku di mijara rewşa girtiyên siyasî de guherîneke hiqûqî nîne û Aysel Tugluk jî di nav de, bi dengên zêde biryar da ku rewşa girtî ya 22 siyasetmedaran berdewam bike. Dadgehê, di hinceta biryara xwe de destnîşan kir ku di îfadeya şahidê nepen ABC123 ku nû li dosyayê hatine zêdekirin de hatiye tespîtkirin ku di 6’ê cotmeha 2014’an de bi Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş û Kamûran Yuksek re li ser telefonê hevdîtin kiriye. Di dîrokên ku şahidê nepen ABC123 qal dike de Kamûran Yuksek Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bû.
Daxwazên parêzaran a ji bo Ayselê hat redkirin
Di biryara navberê de şandeya dadgehê bal kişand ser rapora derheqê siyasetmedar Aysel Tugluk de û daxwazên parêzeran red kir. Parêzeran diyar kiribû ku îfadeyê şahidê nepen ABC123 li gorî isûlê nehatiye girtin û xwestin ku îfadeyê şahidê nepen ku li ser Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) hatibû girtin jî ji dosyayê bê derxistin. Lê şandeya dadgehê ev daxwazên parêzeran jî red kir.
Biryar dê bê nirxandin
Şandeya dadgehê biryar da ku ji bo wergerandina biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) a di 1’ê sibatê de derheqê Ferhat Encû û 39 parlamenterên din de dabû, ji Serokatiya Daîreya Wezareta Edaletê re muzekkere bê nivîsandin û piştî hatina biryarê jî daxwazên heyî bên nirxandin.
Mafê parastinê hat astengkirin
Di danişînê de siyasetmedar Alp Altinors diyar kiribû ku rastî heqaretên karmendên girtîgehê hatiye û mafê wî yê parastinê hatiye astengkirin. Derheqê mijarê de şandeya dadgehê destnîşan kir ku ev mijar dikeve ber qada rêveberiya girtîgehê û lewma jî dê daxwaz neyê bersivandin.
Tiştek din dê li dosyayê zêde nekin
Siyasetmedar Selahattîn Demîrtaş ji bo ku were zanîn bê ka derheqê serokê şandeya berê Bahtiyar Çolak de lêpirsîneke îdarî hatiye vekirin yan na, têkildarî serlêdana parêzertiyê hem ji Wezareta Edaletê û hem jî ji Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê re nivîs bê şandin. Lê şandeya dadgehê ev daxwaz red kir. Her wiha Selahattîn Demîrtaş xwestibû ku hevdîtinên Îmraliyê ji Wezareta Edaletê bên xwestin. Şandeya dadgehê diyar kir ku di dosyayê de tiştekî tê vegotin nîne û dê ev hevdîtin tiştekî nû li dosyayê zêde nekin lê belê heke were xwestin dikare weke delîl bên nîşandan û daxwaza Selahattîn Demîrtaş red kir.
Daxwaza Gultanê hat redkirin
Siyasetmedar Gultan Kişanak jî xwestibû ku aqûbeta polîsên îmzeya wan di bin îfadeya gilîkeran de heye bê lêkolînkirin. Şandeya dadgehê bi hinceta ku di dema teqîbatê de ji bo wergirtina beyanên gilîkeran tiştên hewce hatine kirin, lêpirsîna aqûbeta polîsan dê bandorekî li dosyayê neke û dê tiştekî nû li dosyayê zêde neke, ev daxwaz red kir.
13 kes dê bên guhdarîkirin
Şandeya dadgehê daxwaza parêzeran a guhdarîkirina gilîker û şahidan red kir. Şandeyê biryar da ku heke di rûniştina din de siyasetmedar parastina xwe nekin, 2 jê gilîker û 29 jî jê şahid, bi giştî dê 31 kes bên guhdarîkirin. Şandeya dadgehê daxwaza periyodên danişînan a parêzeran jî red kir û danişîn taloqî 28, 29, 31’ê adarê û 1, 4, 5, 7 û 8’ê nîsanê kir.