Doza hevserokên HDP'ê yên Amedê hat taloqkirin
- 11:55 21 Nîsan 2022
- Hiqûq
AMED - Danişîna doza Hevserokê HDP’a Amedê Zeyyat Ceylan û Hevseroka HDP’a Amedê ya berê Hulya Alokmen ji ber kêmasiyên di dosyeyê de hat taloqkirin.
Hevserokê HDP’a Amedê Zeyyat Ceylan û Hevseroka HDP’a Amedê ya berê Hulya Alokmen bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “propaganda rêxistinê kirne” tên darizandin. Danişîna dozê li Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ya 5’emîn hat lidarxistin. Hulya Alokmen a ji dozek din niha li Girtâigeha Xarpêtê ya Jinan girtî û Zeyyat Ceylan tevli danişînê nebûn. Parêzerê wan Mehmet Oner di danişînê de amade bû.
Dozger û parêzer xwestin kêmasiyên di dosyeyê de bên temamkirin. Dadgehê jî bi boneya ku kêmasiyên di dosyeyê de bên temamkirin, danişînêt taloqî 27’ê cotmehê kir.