Doza Kobanê didome: Bi polîtîkayên tundiyê negihaştin armanca xwe
- 14:13 29 Nîsan 2022
- Hiqûq
ENQERE - Siyasetmedara kurd a di doza Kobanê de polîtîkayên qeyûman teşhîr kir got siyaseta kurd her tim di bin zextê de têkoşîna xwe domandiye.
Danişîna 12’emîn a Doza Kobanê di roja 4’emîn de li Eywana Danişînê ya Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam dike. 21 jê girtî 108 siyasetmedarên kurd ji dozê tên darizandin.
Gelek rêveber û parlamenterên HDP’ê û parêzer tev li danişînê bûn. Siyasetmedarên girtî li eywana danişînê amade ne û girtiyên li girtîgehên din jî tên ragirtin bi rêya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bûn.
Danişînê bi xwendina nasname û ewraqên li dosyeyê hatine zêdekirin dest pê kir. Danişînê bi parastina endama Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê Zeynep Olbecî dewam kir. Zeynepê got siyaseta kurd her tim di bin zextê de têkoşîna xwe domandiye lê belê bi van zextana, bi polîtîkayên tundiyê negihaştin armanca xwe.
Pişt re siyasetmedara kurd Ayla Akat Ata axivî û bal kişand ser zêdebûna periyodên danişînê û xewest ve yek ji nû ve bê nirxandin.
Heyeta dadgehê saetekê navber da danişînê.