Di Doza Kobanê de dozger xwest siyastmedar girtî bên darizandin
- 14:07 9 Hezîran 2022
- Hiqûq
ENQERE - Dozger di Doza Kobanê de bi îdiaya ku gumana reva siyasetmedaran heye, xwest siyasetmedaran girtî bên darizandin.
Danişîna 13’emîn a Doza Kobanê ku 22 siyasetmedar jê girtî bi giştî 108 siyasetmedar tên darizandin di roja 7’emîn de li eywana danişînê ya Kampûsa Girtîgeha Sîncana Enqereyê tê dîtin. Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ya 22’yemîn dozê birêve dibe. Gelek parêzer û parlamenterên HDP’ê tevli danişînê bûn.
Siyasetmedarên li Girtîgeha Sîncanê li eywana danişînê amade bûn û siyasetmedarên li girtîgehên cuda jî birêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn. Danişînê bi xwendina nasname û ewraqên li dosyeyê hatine zêde kir dest pê kir. Dozger bi awayek nivîskî pêşkêş kir.
Piştre dadger navber da danişînê. Di vê navberê de siyasetmedarên bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bûn û parlamenterên li eywanê amade bûn sohbet kirin.
Dozger daxwaza girtî darizandinê kir
Piştî navberê dozger mutalaya xwe bi awayek kurtahî eşkere kir û bi îdiaya ku reva siyasetmedaran heye xwest siyasetmedar girtî bên darizandin. Serokê dadgehê jî diyar kir ku ji bo mutala bigihîje siyasetmedarên di girtîgehê de muzakere hatiye nivîsandin.
Dadger navberek din da danişînê.