Biryara betalkirinê dernekeve wê biçe DMME’yê

  • 09:04 14 Hezîran 2022
  • Hiqûq
 
Safiye Alagaş-Gulşen Koçuk
 
STENBOL - Seroka Navenda Mafê Jinan a Baroya Stenbolê parêzer Şukran Eroglu da zanîn ku divê Dadgeha Bilind der barê vekişîna Peymana Stenbolê de biryara betalkirinê bide yan jî wê serî li DMME’ê bidin û got ew dest ji peymanê bernadin.
 
Bi biryarnameya serokomar Tayyîp Erdogan di 20’ê Adara 2021’ê de Peymana Stenbolê hat feshkirin û der barê betalkirina fehskirina peymanê de li 10’emîn Daîreya Dadgeha Bilind doz hatibûn vekirin û doza sêyemîn sibê (14 Hezîran) de wê bê dîtin.
 
Di 7’ê hezîranê de Dadgeha Bilind serlêdanên meclîsa jinan a HDP’ê, Ewil Jin, Komeleya Zarokan, Partiya Çep, baroyên Meletî, Zonguldak, Qers, Artvîn, Denîzlî û Kirklarelî girt rojevê. Dozgerê Dadgeha Bilind di rûnştinê de daxwaza betalkirina vekişînê da û di salonê de parêzeran mutala dozger bi çepikan bersivand.
 
Di rûniştinan de piştevanî heye
 
Seroka Navenda Mafê Jinan a Baroya Stenbolê parêzer Şukran Eroglu da zanîn ku berê jî bi dehan carî gotine bi biryaranameya serkomariyê feshkirina peymanê ne li gorî destûra bingehîn e û got: “Ji bo betalkirina feshkirina peymanê baroyan, rêxistinê jinan partiyên siyasî gav avêtin û doz vekirin. Di 7’ê Hezîranê de 15 doz hatin dîtin. Di 14 û 23’yê Hezîranê de wê dîsa doz bi komî bên dîtin. Navendên jinan ên baroyan, kesên xizmên xwe winda kirine, partiyên siyasî tên rûniştinan û piştevaniyek mezin tê nîşandan. Rûniştin gelek qerebalix pêk tên. Serokê daîreya 10’emîn a Dadgeha Bilind jî got ew cara yekem wisa qerebalixiyê dibîne. Ji ber ev têkoşînek e.
 
Em şopdar in
 
Şukranê daxuyakirin ku rûniştinên li Dadgeha Bilind tên dîtin ji têkoşîna mafê mirovan cuda nikare bê destgirtin û peyman mekanîzmayeke navneteweyî ya pêşî li her cureyê şîdeta li hember jinê  digirt û ev tişt bi lêv kir: “Li welat ku her roj jin tên qetilkin feshkirina peymanê nikare bê qebûlkri. Em ê jin hiqûqnasên  jin heta dawî têbikoşin. Ji bo pêkhatina hiqûqê em ê şopdarê dozê bin. Jin naxwazin bimrin û jiyanek azad dixwazin.Di destûra bingehîn û Danezana Gerdunî ya Mafê Mirovan de xalên der barê wekheviya maf de hene û ev feshkirin li dijî mafê mirovan e jî. Desthilatdarî qanûnan li gorî xwe sererast dikin. Di pergala serokatiyê de mafê ku li gorî xwe tev digerin bi dest xistin. Divê Peymana Stenbolê şûnde bê.”
 
‘Dozger bi israr dibêjin biryar ne li gorî hiqûqê ye’
 
Şukranê wiha berdewam kir: “Dadgehan heta niha biryarek nedaye.Piştî li van dozên din binêre wê biryarekê bidin. Lê dikaribûn destpêkê biryar bidana. Dozgeran ji serî de jî digotin ev biryar li dijî hiqûqê ye.Parêzerên serokomar li gorî xwe parastin kirin û ev parastin ne li gorî rastiya welat in. Tu aliyê parastina wan a hiqûqî tunebû. Parastinek Utopîk bû. Em li welatekî azad û bê şîdet najîn.”
 
'Divê heyet biryara feshkirinê betal bike'
 
Şukranê di dawiya axaftina xwe de ev tişt daxuyand: “Heyeta dadgehê jî hêvîdar im li gorî mutala dozger tev bigere û wisa biryarê bide.  Dozgerê Dadgeha Bilind li gorî esasên me gotine mutala girtiye. Divê heyeta dadgehê jî biryara feshkirina peymanê betal bike. Ger ku biryara betalkirinê neyê dayîn em ê serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê bidin. Em ê bibin lijneya jor. Li vî welatî ku her roj jin tên qetilkirin tu kes nikare bê deng bimîne. Dewlet neçar e ewlehiya canê welatiyên xwe bigire.”