Meral Hanbayat a ÇHD'yî: Divê rojeva bingehîn bibe tecrîd

  • 10:11 15 Hezîran 2022
  • Hiqûq
STENBOL - Rêvebera Şaxa ÇHD'ê ya Stenbolê Meral Hanbayat a yek ji 775 parêzerên ji bo hevdîtina bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên li Îmraliyê serlêdan kiribû wiha got:"Li ber çavên me tecrîdeke 23 sal in didome heye. Ji bo em vê tecrîda giran ji holê rakin divê hemû raya giştî ya demokratîk bi hev re têbikoşe. Ne tenê parêzer."
 
Navenda Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) di 10'ê Hezîranê de ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê li Îmraliyê tê girtin û Veysi Aktaş, Hamili Yildirim û Omer Hayri Konar ku ew jî li Îmraliyê tên girtin û di bin tecrîdê de ne li Amedê daxuyaniya çapemeniyê da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku 775 parêzerên qeyda wan li 29 baroyan heye ji bo hevdîtin bê kirin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dane. 
 
Ji rêveberiya Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Nûjen (ÇHD) a Stenbolê Meral Hanbayat a serlêdana ji bo hevdîtinê kir nirxandin ji ajansa me re kir. 
 
'Tecrîda ku mînaka wê nehatiye dîtin'
 
Meralê da zanîn ku ew bi tecrîdeke mînaka wê li cîhanê tune ye rû bi rû ne û wiha got:"Peywira me ya bingehîn e ku em wekî hiqûqnas li dijî vê tecrîdê derkevin. Ji 2015'an vir ve bi awayekî ne hiqûqî hevdîtina bi Abdullah Ocalan û 3 hukumxwarên din tê astengkirin. Hukumxwarên li Îmraliyê ji mafên xwe yên bingehîn bêpar tên hiştin. Divê hemû hiqûqnasên li welêt li dijî vê pirsgirêkê têbikoşin."
 
'Çi ji destên me bê em ê wekî ÇHD'ê bikin'
 
Meralê da zanîn ku wan wekî Komeleya Hiqûqnasên Nûjen ji bo qedexe rabin û hevdîtin bê kirin serlêdan kirine û wiha pê de çû:"Ji bo hukumxwarên giran jî mafê hevdîtina di mehê de du caran heye û mafê du caran a axaftina bi telefonê heye. Lê belê parêzer divê bikaribe di nava saetên mesaîyê de her roj hevdîtinê bikin. Cezayên dîsîplînê yên ji bo hukumxwaran jî pirsgirêkeke hiqûqî ye. Ji bo parêzer pirsgirêkên hiqûqî çareser bikin divê bi muwekîlên xwe re hevdîtinê bikin. Ji bo qedexe bi dawî bibe û hevdîtin pêk were çi ji destên me bê em ê wekî ÇHD'ê bikin."
 
'Nikarin cezayên dîsîplînê bikin mane û qedexeyan pêk bînin'
 
Meralê bi lêv kir ku cihê dirêjkirina ya qedexeyan di hiqûqê de tune ye û wiha lê zêde kir:"Divê cezayên dîsîplînê yên di nava pênc salan de wekî hinceta qedexeyan tê nîşandan pêk neyên. Di girtîgehên din de ji bo hukumxwarên muebet li wan hatiye birîn tiştekî wiha tune ye. Ji 2018'an heta niha pêvajoyê bi qeyrana aboriyê û siyasî dewam kir. Ev yek bandorê li ser girtîgehan jî dike û wekî tecrîd û polîtîkayên tundiyê li girtîgehan dikeve meriyetê. Îmrali û girtîgehên din loma ji hev ne qut in. Lom divê em li dijî tecrîdê têkoşîna hevpar bikin." 
 
'Divê tecrîd rojeva bingehîn a her kesî be'
 
Meralê da zanîn ku têkoşîna hiqûqî tenê têr nake û wiha got:"Tu dixwazî bila bi hezaran parêzer ji bo vê meselê serlêdanê bikin lê belê ev bi tena serê xwe têr nake. Têkoşîna siyasî jî di vî warî de gelekî girîng e. Ji bo vê tecrîdê ne tenê hiqûqnas divê partiyên siyasî, rewşenbîr û her kesên li dijî vê bêrûmetiyê derdikevin têbikoşin. Divê tecrîd rojeva bingehîn a her kesî be."