Doza Fatma Altinmakas: Kujer ne tenê kesek e
- 15:16 7 Tîrmeh 2022
- Hiqûq
AGIRÎ - Kujer Kazim Altinmakas di 14'ê tîrmeha sala 2020'an de jina bi navê Fatma Altinmakas qetil kiribû, 9'emîn danişîna dozê li Dadgeha Cezayên Giran a Panosê hate dîtin. Parêzer Mîr Bedirhan Ayaz got: “Em dizanin ku kujer ne tenê kesek e, bi zexta civakî pêk hatiye."
Kujer Kazim Altinmakas di 14'ê tîrmeha sala 2020'an de jina bi navê Fatma Altinmakas qetil kiribû. 9'emîn danişîna dozê li Dadgeha Cezayên Giran a Panosê hate dîtin. Di danişîna dozê de aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya STAR a Jinê, parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê, (OHD), Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Agiriyê Semra Ozden, parêzerên Navenda Mafên Jinan ên Baroya Wan û Mûşê û parêzerê Fatma Altinmakas, Mîr Bedirhan Ayaz amade bûn. Daxwaza tevlibûna danişînê yên Baroya Wan û Mûşê hatin redkirin.
Parêzerê Kazim Altinmakas bi rêya Pergela Înformatîk a Deng û Dîmen (SEBGÎS) tevli danişînê bû û bi îdiaya "mexdûr bûye" xwest miwekîlê wî were berdan.
Parêzer û di heman demê de birayê Fatma Altinmakas, Mîr Bedirxan Ayaz anî ziman ku ji serî heya binî lêpirsîn bi awayekî derhiqûqî pêş ketiye û wiha got: “Bi taybet jî meclisa malbatê derheqê xwîşk û miwekîla min de biryara kuştinê da ye. Em dizanin kujerê vê kuştine ne tenê kesek e. Ev kuştin bi zexta civakê hatiye kirin. Em hewl didin ku faîlên din jî têkevin nava dosyeyê. Ji bo ku em vê kuştina polîtîk derxin holê çi ji destê me bê em ê bikin."
Şandeya dadgehê biryar da ku kêmaniyên di dosyayê de bên temamkirin, rewşa girtî ya Kazim Altinmakas bidome û doz taloqî 6'ê cotmehê kir.