Parêzera OHD'ê: Hiqûq ji bo tirsandina dayikan wekî amûrek tê bikaranîn

  • 09:01 11 Tîrmeh 2022
  • Hiqûq
Rozerîn Gultekîn
 
STENBOL - Endama OHD'ê parêzer Nagehan Avçil der barê doza li hemberî dayikên ku beşdarî "Nobeda Edaletê" bûne hatiye vekirin de got: "Qanûn weke amûrek ji bo tirsandina dayikan tê bikaranîn. Divê parêzer, parêzvanên mafên mirovan, baro û saziyên sivîl ên din bi hev re li kêleka dayikan bin û dengê xwe bidin bihîstin."
 
Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya malbatên girtiyan li ber Edliya Çaglayana Stenbolê 16 hefte ye tevî îşkence û zextên dewam dike. Dayik û malbatên girtiyan di dema tên binçavkirin bi şîdetê re rûbirû dimînin û li ser bedena wan şopên lêdanê hene. Qeymeqamtiya navçeyê çalakiya malbatan qedexe kir û dayik vê carê jî li ber Edliya Bakirkoya Stenbolê çalakiya xwe pêk anîn. 
 
Cemîle Karakaş dayika girtiyê bi navê Xemgîn Karakaş ê sirgûnî Girtîgeha Tîpa T a Afyonê bû ku di hefteya 4'an a "Nobeda Edaletê" de li ber Edliyeya Bakirkoyê bi îşkenceyê hat binçavkirin. Her wiha dayika Yakup Akman ê li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F ya Hejmar 3 a Sîlîvriyê girtî Fînce Akman jî heman rojê bi lêdanê tê binçavkirin. Derbarê her du dayikan de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoyê ve bi îdîaya "Tevî hişyariyê bi tevlîbûna civîn û meşên derqanûnî bi awayekî xweser belav nebûye" îdianame hat amadekirin û ji salek û 6 meh heta 3 salan cezayê girtîgehê xwest. Danişîna yekem a dayikan dê di 8'ê mijdarê li 12'yemîn Dadgeha Cezayê Asliyeyê bê dîtin. 
 
Endama Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) û parêzer Nagehan Avçîl, parêzeriya dayikan dike û bal kişand ser rewşê.
 
'Hiqûqa dijminatiyê tê meşandin'
 
Nagehan, diyar kir ku di demên dawiyê de li girtîgehan zext û zordariya li hemberî girtiyan zêde dibe û got: "Tecrîda ku li Îmraliyê hatî destpêkirin li tevahiya girtîhena didome. Li hemû girtîgehan rewşa tecrîdê heye. Li ser mafê jiyan û tenduristiyê yên girtiyên nexweş zext û binpêkirinên giran hene. Em di pêvajoyeke ku Tiba Edlî jî hevparê wan e, ne sewqkirine nexweşxaneyê û pêşî li dermankirina wan tê girtin û bi raporên 'dibe ku di girtîgehê de bimînin' li ber mirinê tên hiştin. Li ser girtiyan bûye polîtîkayeke taybet. Ji bo sewqên nexweşxaneyê û ji bo derxistina wan serlêdan tên kirin, lê ne pêkan e ku bigihêje encamê. Ji ber ku nirxandin di çarçoveya hiqûq û mafê jiyanê de nayên kirin. Di darizandina girtiyên siyasî de hiqûqa dijminatiyê tê meşandin." 
 
'Derbarê biryara qeymeqamtiyê de me doz vekir'
 
Nagehan, wiha bal kişand ser çalakiya "Nobeta Edaletê" ya malbatên girtiyan: "Li hemberî malbatan polîs muameleyeke taybet pêk tîne. Qedexeya qeymeqamtiyê li gorî sazî û kesan hatiye dayîn. Astengkirina çalakiya dayikan lidij hiqûqê ye. Ne pêkan e ku biryarên takekesî û saziyan werin girtin. Qedexekirina civîn, xwepêşandan û meş divê di çarçoveya qanûnê de bê nirxandin. Qedexe pêşandan neqanûnî nake. Me ji bo betalkirina biryara qeymeqamtiyê doz vekir, lê em wisa difikirin ku ev pêvajo dê demek dirêj bidome."
 
'Ligel îşkenceyan dengê xwe bilind dikin'
 
Parêzer Nagehan, da zanîn ligel qedexeya daxuyaniya dayikan, rûniştina dayikan a li kafeyan jî hatiye qedexekirin û wiha bi lêv kir: "Dayik bi îşkenceyê tên binçavkirin. Ev zext ji polîtîkayên taybet ên li ser mafên jiyanê yên girtiyên nexweş pêk tên. Ji bo ku ev polîtîkaya taybet neyê rojevê û li qadan niqaş neyê kirin êrişeke faşîzane pêş dixin.  Qada Edliya Caglayanê tenê dayik û kurdên ku ji bo mafê zarokên xwe têdikoşin hatiye qedexekirin. Em rojane dibin şahidê du daxuyaniyên çapemeniyê. Li ber Edliyeya Çaglayanê hewl didin dengê kurd û dayikan qut bikin. Dayik ji bo jiyana zarokên xwe têkoşîna xwe bi israr didomînin. Îşkence be jî, her hefte ji raya giştî re tê ragihandin." 
 
'Em ê hertim li kêleka muwekîlên xwe bin'
 
Nagehan diyar kir ku cihê ku wan li hiqûqê digerin ne tenê çar dîwar û edliye ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Qadên karê me ne tenê girtîgeh, midûriyeta polîsan e. Her cihê ku muwekîlên me rastî binpêkirina mafan tên, qada xebata me ye. Di dema ku em hewl didin karê xwe bikin, em rastî muameleya xirab jî tên. Ev nayê wê wateyê ku em ê muwekîlên xwe bi tenê bihêlin. Di dema muameleya xerab de, kirasê hevkarê me çirandibû, hevkarê me rastî mudaxeleya fîzîkî hat. Parêzerên muxalîf her tim bi zext û zordariyê re rûbirû dimînin. Em ê li kêleka muwekîlên xwe bisekinin û rê li ber bêhiqûqiyê bigirin."
 
'Doz ji bo tirsandina dayikan hat vekirin'
 
Nagehan, da zanîn ku derbarê îşkenceya li hemberî dayikan serlêdana sûc kirine û wiha axivî: "Me serlêdana sûc kir lê heta niha tu bersiv nehat dayîn lê belê li hemberî dayikan doz hat vekirin. Doza bi hinceta 'dijberiya qanûna meşa civîn û xwepêşandanê' hat vekirin. Ne pêkan e ku hêmanên vî sûcî pêk werin. Ji ber ku karekî neqanûnî yê sepandina qanûnê bêyî hişyarî heye ku bêyî ravekirin belav bibin. Darizandina dayikan a bi xala sewqê ya di îdianameyê de hatiye diyarkirin nîşan dide ku polîtîkaya taybet hewl dide xwe bi qanûnê rewa bike. Eşkere ye ku metneke wiha wê bi biryara beraatê derkeve. Doza ku hatiye vekirin, ji bilî bikaranîna hiqûqê weke amûreke tirsandina têkoşîna dayikan a bi gefa dozgeriyê tu wateya xwe nîne."
 
'Polîtîkayên zextê encam nade' 
 
Endama OHD'ê parêzer Nagehan, jin û dayik di nava civakê de muxalîf in û bi hêz in û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Di dema greva birçîbûnê de dengê dayikan pir bilind bû. Ew bûn dengê zarokên xwe. Di wê pêvajoyê de jî heman zilm, îşkence û muameleya xerab hatibû kirin. Gelo bi wan zexdan encam digirin? Piştî greva birçîbûnê, dayikan daxwazên xwe yên mafdar û rewa pêk anîn, lê belê polîtîkaya çewisandinê tu encam negirt. Ji ber ku ev zext û tehdîd li ser dayikan tu wate û girîngiyê nade, dozên zextê ewqas zêde dikin."
 
'Parêzvanên mafên mirovan nikarin bêdeng bimînin'
 
Nagehan, wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dive di nava raya giştî û muxalîfan de zêdetir xwedî li çalakiya 'Nobeta Edaletê' ya malbatên girtiyan bê derketin. Binpêkirina mafan belav dibe. Ji bo bicihanîna daxwazên rewa yên dayikên ku bertek nîşanî vê yekê dan, dê bi hev re tevbigerin. Em ê wekî parêzer li cem dayikan bin. Divê hemû rêxistinên hiqûqî li cem dayikan bin. Parazvanên mafên mirovan û parêzer nikarin li hemberî daxwazeke wiha bêdeng bimînin. Divê parêzer, parêzvanên mafên mirovan, baro û saziyên sivîl ên din bi hev re li kêleka dayikan bin û dengê xwe bidin bihîstin."