Dozger xwest ku rewşa girtî ya siyasetmedaran bidome
- 13:57 2 Tebax 2022
- Hiqûq
ENQERE - Danişîna 15’emîn a Doza Kobanê ku 21 jê girtî 108 siyasetmedar jê tên darizandin di roja 6’emîn de li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê tê lidarxistin. Bîrcan Yorulmaz di danişînê de wiha got: "Armanca wan krîmînalîzekirina HDP’ê ye."
Li ser êrişa DAIŞ’ê ya li dijî Kobanê, di navbera 6-8’ê Cotmehê de li seranserî bakurê Kurdistanê çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin. Têkildarî bûyeran doz hatibû vekirin. 15’emîn danişîna Doza Kobanê ku hevserokên giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên berê û endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) jî di nav 21 jê girtî bi giştî 108 kes tê de tên darizandin, di roja şeşan de li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê tê dîtin. Danişîna dozê li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê tê dîtin. Di danişînê de gelek parêzer, parlamenterên HDP’ê, parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û gelek kesên din amade bûn.
Siyasetmedarên li Girtîgeha Sîncanê di danişînê de amade bûn yên li girtîgehên cuda jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bûn.
Danişîna dozê piştî tespîtkirina nasnameyan, bi xwendina ewraqên li dozê hatine zêdekirin dest pê kir. Piştî xwendina ewraqan, dozgeriyê mutalaaya xwe xwend. Dozger, xwest ku rewşa girtî ya girtiyên siyasî bi sedema “endamtiya rêxistinê” û “nîşaneyên xurt ên kirina sûc” bidome.
Piştî mutalaayê jî siyasetmedar Nazmî Gur axivî û ev tişt anî ziman: “Ji bilî şahidên tên guhdarîkirin, derheqê me siyasetmedarên girtî de tu belgeyeke nû nîne. Em û dozger ji cihên pir cuda li mijarê dinihêrin. Hemû şahid bi awayekî bêusûl hatin guhdarîkirin. Ew şahid tev li mutalaayê hatin kirin. Şahidan, tiştên ku hevdu vala derdixînin gotin. Yek şahid jî raste rast xwedî agahî nîne û bi çavên xwe nedîtiye. Bingeha vê darizandinê şahid in lê îfadeyên wan hev nagirin. Lê belê dozgeriyê li ser van îfadeyan biryara domandina rewşa me ya girtî da. Gelemperiya şahidan endamên rêxistinê ne lê ew ceza nagirin. Gotinên wan tevek jî derew in. Em ji ber xebatên di dema pêvajoya çareseriyê de tên darizandin. Lê wê demê dewlet jî bi me re bû. Rayedarê leşkerî, wezîr, serokwezîr, burokrat, parlamenter û her kes hebû. Divê ew jî bên darizandin.”
Bi domdarî Nazmî da zanîn ku gotinên şahid Kerem Gokalp ên derheqê endamê PEN a Kurd nivîskar Nezîr Çakan de derew derketiye û wiha domand: “Ev derew hat tespîtkirin. Nezîr Çakan ji bo ku vê derewê nîşan bide gelek hewl da. Di dawiya dawî de ev derew bi belgeyan derxist holê. Baş e lê îfadeyên ku bo Nezîr derew, çima ji bo min û hevalên min weke rast tên qebûlkirin? Hûn bi gotinên du şahidên derewîn dikin ku cihê vê di hiqûqê de nîne. Di îfadeyên yek şahidî de jî tiştekî teqez nîne. Gelemperiya îfadeyên di îdianameyê de hatine kopîkirin. Li dijî kurdan cihêkarî tê kirin. Dadgeh li dijî me delîlan berhev dike. Li gorî DMME’yê jî ev cihêkarî ye. Ez dixwazim hevalên me yên girtî bên berdan.”
Piştre jî endama Lîjneya Rêveberiya Navendê ya HDP'ê ya berê Bîrcan Yorulmaz mafê axaftinê girt û ev tişt anî ziman: “Dozgeriyê got ku di mutalaaya wî de tiştekî nû tune ye. Erê rast e tiştekî nû tune ye lê em hêj jî girtî ne. Ev darizandin ev bû 15 meh didome. Yek şahidekê we derheqê min de neaxivî. Ev ne girîng e ji ber ku armanca wan krîmînalîzekirina HDP’ê ye. Mijara esasî doza girtina HDP’ê ye. Di wê dozê de min qedexeya siyasetê tê xwestin. Ez pir mereq dikim bê ka tevî ku derheqê min de tiştek nehatiye gotin jî dê çawa ceza bidin. Her şahidekî yê din derewîn derxist. Hûn dê nekarin endamtiya rêxistinê ji me derxînin. Lê hûn dikarin bibêjin damezîrînera HDP’ê. Ez ji vê yekê serbilind im. Tu ferq û cudahî di navbera me û hevalên negirtî tên darizandin de nîne. Heke hebe derxînin holê da ku li ser biaxivin. Ez tehliyeya xwe dixwazim.”
Piştre jî parêzer Çîgdem Kozan axivî û da zanîn ku mutalaa ji girtîgehan re nehatiye şandin.