Di Doza Kobanê de ji bo Aysel Tûglûk biryara tehliyeyê
- 08:20 6 Tebax 2022
- Hiqûq
ENQERE - Di danişîna 15’emîn a Doza Kobanê de duh derbarê siyasetmedara kurd Aysel Tûglûk de biryara tehliyeyê hat dayîn.
Danişîna 15’emîn a Doza Kobanê duh di roja 8’emîn de ku Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê, endamên MYK’a HDP’ê ya berê di nav de 21 jê girtî 108 siyasetmedar jê tên darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê hat lidarxistin. Li gel parêzeran, parlamenterên HDP’ê û gelek kes dozê şopandin. Siyasetmedarên li Sîncanê girtî li eywana danişînê amade ne û siyasetmedarên li girtîgehên din jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn.
Duh di danişîna 15'emîn de heyeta şandeyê derbarê Aysel Tûglûk de biryara tehliyeyê da.
Siyasetmedera kurd Aysel Tûglûk ji ber ku di dosyên cuda de ceza girtiye nayê tehliyekirin.