Danişîna doza rojnameger Reyhan Çapan hat taloqkirin
- 12:17 27 Îlon 2022
- Hiqûq
STENBOL - Danişîna doza Midûra Karê Nivîsê ya Rojnameya Ozgur Gundemê Reyhan Çapan hat taloqkirin.
Rojnameya rojane Ozgur Gundemê bi KHK'ê hatibû girtin û derbarê Midûra Karê Nivîsê Reyhan Çapan de jî bi hinceta "Propagandaya rêxistinê", "Bi rêya çapemeniyê propagandaya rêxistinê", "Weşandina daxuyaniyên rêxistinê" tê darizandin. 22’yemîn danişîna dozê li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya li Çaglayanê hat dîtin.
Piştî tespîta nasnameyan, ji ber ku biryara girtinê ya derbarê Bulent Toraman, Cîmşît Atilgan û Nebahat Akman nehatin bi cihanîn û ji ber vê sedemê şandeya dadgehê danişinê taloqê 7'ê sibata 2023'yan kir.