Filiz Buluttekin hat tehliyekirin
- 16:03 29 Îlon 2022
- Hiqûq
AMED - Hevseroka Şaredariya Sûrê Filiz Buluttekin a qeyûm tayînî dewsa wê hatibû kirin û bi idiaya "endamtiya rêxistinê" dihat darizandin hat tehliyekirin.
2'yemîn rûniştina doza Hevseroka Şaredariya Sûrê Filiz Buluttekin a qeyûm tayînî dewsa wê hatibû kirin û bi idiaya "endamtiya rêxistinê" dihat darizandin li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Filizê bi SEGBIS'ê beşdarî rûniştinê bû. Parêzerên Filizê Suzan Akipa û Sertaç Buluttekin beşdarî rûniştinê bûn. TJA, Hevserokê HDP'ê yê Amedê Zeyyat Ceylan, rêxistinên DBP û HDP'ê beşdarî rûniştinê bûn.
Dadgehê bi şerdê qedexeya derketina derve Filizê tehliye kir. Rûniştina din taloqî 15'ê Mijdarê hat kirin.