Wê Doza Deniz Poyraz li Girtîgeha Şakran a Alîagayê bê dîtin

  • 12:50 12 Cotmeh 2022
  • Hiqûq
ÎZMÎR - Di doza Deniz Poyraz de ji ber cendermeyê êrişî Kamuran Poyraz kir pevçûnê rû da. Li eywana dadgehê gaz li hemberî temaşevanan hat bikaranîn û kujer jî hat parastin, ji eywana rûniştinê hat derxistin. Li ser vê yekê dadgehê biryar da ku ji bo ewlehiya kujer dewamiya dozê li Girtîgeha Şakran a Alîagayê bê dîtin.
 
Derheqê kujer Onur Gencer de ku êrişî avahiya Partiya Demomratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê kiribû û Denîz Poyraz qetil kiribû de doz hatibû vekirin. 5’emîn danişîna dozê îro li 6’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Îzmîrê hat dîtin. Di danişînê de hem kujer Onur Gencer û hem jî malbata Denîz Poyraz amade bû. Her wiha Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, parlamenterên HDP’ê Mûrat Çepnî, Serpîl Kemalbay, Oya Ersoy, parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu, gelek serokên baroyan û welatî jî danişînê dişopînin.
 
Di danişînê de 20 deqe navber hatibû dayîn û piştî navberê jî şandeya dadgehê dîsa hat eywanê. Hevserokê HDP’a Îzmîrê Çinar Altan bertek nîşanî şandeya dadgehê da û li ser vê yekê ji eywanê hat derxistin. 
 
Piştre jî dozger mafê axaftinê girt û xwest ku danişîn bê taloqkirin, şahid rojeke din bên guhdarîkirin û rewşa girtî ya kujer Onur Gencer jî bidome. 
 
Serokê Baroya Îzmîrê li ser wekîlên beşdaran axivî û wiha got: “Ji bo ku darizandin dirêj nebe, em dixwazin ku şahid bên guhdarîkirin. Tevdîrên ewlekariyê yên hewce hatine girtin. Her wiha di girtekê de diyar kir ku di navbera parêzer û cendirmeyan de rageşî derketiye. Lê cendirmeyan li beşdaran xist û rageşî wisa dest pê kir. Em dixwazin ku nasnameya vî kesî were tespîtkirin û ji dozgeriyê re bê şandin.”
 
Kujer Onur Gencer jî got: “Ez dixwazin dosyaya doza girtina HDP’ê li dosyaya min bê zêdekirin. Ji ber ku bûyer ev e.” 
 
Danişîn hat taloqkirin
 
Şandeya dadgehê jî biryara xwe aşkera kir û got ku ji ber rageşiya di dema danişînê de derketî, êdî doz dê li Eywana Girtîgeha Şakran a Alîagayê bê dîtin û danişîn taloqî 14'ê cotmehê saet 10.00’an kir.