Esengul Kilinç serbest hat berdan
- 15:36 18 Cotmeh 2022
- Hiqûq
AMED - Endama Meclisa Ciwanan a HDP’ê Esengul Kilinç a ku 6 meh bû girtîbû, hat berdan.
Endama Meclisa Ciwanan a HDP’ê Esengul Kilinç beriya niha bi 6 mehan li ser îfadeyên Kezban Kuday ku bûbû îtîrafkar hatibû girtin. Danişîna doza derbarê Esengul Kilinç de hatibû vekirin li Dadgeha Cezayê Giran a 4’emîn a Amedê hat lidarxistin. Esengul ji girtîgehê bi pergala SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû û parêzerê wê Mehmet Oner di danişînê de amade bû. Kezban Kuday a ku bûbû îtîrafkar tevli danişînê nebû.
Esengul di danişînê de axivî û bersiva sûcdariyên li ser xwe da û destnîşan kir ku îtîrafkar Kezban Kuday a ku derbarê wê de îfade daye îfadeyên wê bêbingeh in. Esengul xwest were tehliyekirin.
Parêzer Mehmet Oner jî parastina miwekîla xwe kir û xwest miwekîla wî bê berdan.
Dadgehê xwest ku Kezban Kuday danişînek din li danişînê bê amadekirin û bi şertê kontrola edlî beriyara berdana Esengul da û danişînek din taloqî 29’ê mijdarê kir.