Ji bo xizmên girtiyan biryara beratê hat dayin
- 13:02 8 Mijdar 2022
- Hiqûq
STENBOL - Ji xizmên girtiyan Fînce Akman û Cemîle Karakaş ji ber ku tev li çalakiya Nobeta Edaletê bûbûn, bi îdiaya binpêkirina “qanûna bi hejmar 2911” dihatin darizandin. Fînce Akman û Cemîle Karakaş di danişîna ewil a dozê de beraet kirin.
Bi sedema ku di Nobeta Edaletê de “Qanûna bi hejmar 2911 a civîn û xwepêşandanan” binpê kirine, derheqê ji xizmên girtiyan Fînce Akman û Cemîla Karakaş de doz hatibû vekirin. Danişîna ewil a dozê li 12’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Bakirkoyê hat dîtin. Fînce, Cemîle û parêzerên wan di danişînê de amade bûn.
‘Me bi daxwaza edaletê daxuyanî da’
Danişîn, piştî tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Piştre jî Fînce parastina xwe kir û wiha got: “Kurê min di girtîgehê de ye û her roj ji girtîgehan cenaze derdikevin. Me bi daxwaza edaletê daxuyanî da. Ez daxwaza beraeta xwe dikim. Cemîle Karaş jî di parastina xwe de ev tişt anî ziman: “Me tu sûcek nekiriye. Binpêkirin û îşkenceyên li girtîgehan zêde dibin û weke dayikekê tev li daxuyaniyê bûm. Ji roja cejnê heta niha kurê min di hucreya yekkesî de tê ragirtin. Ji bo ku bibim dengê kurê xwe, tev li daxuyaniyê bûm.”
Piştre jî dozger mutalaaya xwe da û da zanîn ku daxuyaniya behsa xeberê dikeve çarçoveya azadiya fikr û raman û xwest ku Fînce û Cemîla beraet bikin.
Dadgehê jî daxuyanî di çarçoveya azadiya fikr û raman de nirxand û ji bo Fînce Akman û Cemîle Karakaş biryara beraetê da.