Rûniştina endama Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Esengul Kilinç hat taloqkirin
- 11:18 29 Mijdar 2022
- Hiqûq
AMED - Rûniştina doza derbarê endama Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Esengul Kilinç hatibû vekirin, hat taloqkirin.
2'yemîn rûniştina doza endama Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Esengul Kilinç ku bi îfadeyên şahida eşkere Kezban Kuday hatibû girtin, li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Esengulê tevlî rûniştinê nebû. Parêzerê wê Mehmet Oner li rûniştinê amade bû.
Şandeya dadgehê rûniştin taloqî 28'ê Sibata 2023'yan kir.