‘Di dozên Sûrê de armanc cezadayîn e’

  • 09:04 1 Kanûn 2022
  • Hiqûq
 
 
AMED - Yek ji parêzerên doza Sûrê Cemîle Turhalli Balsak diyar kir ku armanca dadgehê eve ku demildest ceza bide kesên tên darizandin û dozê bigirin.
 
Li navçeya Sûrê ya Amedê di 2’yê Kanûna 2015’an de rêveberiyên xweser hat îlankirin û piştî qedexeya derketina derve hat îlankirin. Qedexe 103 rojî berdewam kir. Di vê pêvajoyê de navçe ji bejayî û hewayî hat bombebarankirin welatiyan jiyana xwe ji dest dan û gelek birîndar bûn û hatin girtin. Ji bo kesên di dozê de dihatin darizandin jî cezayê muebet û muebeta giran hat dayîn.
 
Parêzera Helîn Yapici ku ji doza Sûrê dihat darizandin, Cemîle Turhalli Balsak derbarê pêvajoyê de axivî.
 
‘Operasyon bi mehan domiya’
 
Cemîleyê destnîşan kir ku îlankirina rêveberiyên xweser, Sûr wek qada tevgera taybet hatiye nîşan kirin û wiha pê de çû: “200 hezar kes li navçeyê dijiya. Cihekî qedîm bû. Bi dîroka xwe dihat zanîn. Cihê xwecihbûnê yê herî kevin bû. Divê em pir alî li tiştên wê demê hatin jiyîn binêrin. Mirovên li wir ji ber êrişan nikaribûn xwe bigihînin xizmeta tenduristiyê. Ji mafê perwerdê bêpar man. Operasyon bi mehan berdewam kir. Herêmên din yên Amedê bi rehetî dengê ji Sûrê dihat dibihistin. Pêvajoyeke ku şev û roja wan wekhev bû hat jiyîn.”
 
‘Wê tehdîdek çawa ava bike’
 
Cemîleyê berdewamiya axaftina xwe de wiha vegot: “Li navçeyê operasyonên mezin hatin kirin. Van êrişan pêşî li gelek mafan girt. Gelek sivîl nikaribûn ji navçeyê derkevin. Yên birîndar hebûn. Ev rewş bi mehan berdewam kir. Ji ber nehatina ambulansan mirovan jiyana xwe ji dest dan. Zarokekî biçûk hebû li Sûrê. Di rayagiştî de wêneyên wî hatin dîtin. Peywirdarên cemawerî gotibûn cilê xwe derxe. Bi rastî ev gelek bi êş bû. Gelo zarokekî biçûk wê tehdîdek çawa ava bike. Pevçûnan heta adara 2016’an berdewam kir. Bajar hat tunekirin. Tiştek jê name. Bi sedan kesî jiyana xwe ji dest dan. Piştî operasyonan mîlîtanên çekdarî hatin derxistin. Hatin girtin û pêkanînên nebaş lê kirin. Bi aşkera îşkence li wan hat kirin. Dîsa li wan ferz kirin ku der barê hev de îfadeyan bidin. Bêyî parêzer lêpirsîn meşandin. Girtekên wan amade kiribûn pê dan îmzekirin.”
 
‘Mudaxaleyê îfadeyan dikirin’
 
Cemîleyê balkişand ser dozê û anî ziman ku salek û nîv şunde doz hatiye vekirin û wiha dirêjî dayê: “Lêpirsînek bi bandor û kûr nehat kirin. Bilez û bez dest bi darizandinê kirin. Li 5’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat destpêkirin. Ji kesê dihatin darizandin re gotin hûn çima tevli pêvajoya rêveberiyên xweser bûne, ji bo we çi îfade dike. Dadgeh bi awayekî cidî li dijî wan bi helwest bû. Ji bo vê îtîraz hat kirin lê bi kêfî helwest hîn bêtir tund kir. Yên dihatin darizandin xwestin ew bi îfadeyên xwe, xwe biparêzin. Yên ewil hatin darizandin ji ber helwesta zelal û siyasî, dadgeh hîn bêtir çavsor kir. Yên dihatin darizandin, leşkeran tundî lê kirin. Darizandin hat asta rawestînê.”
 
‘Bi xala herî giran hatin darizandin’
 
Cemîleyê berdewamiyê de wiha got: “Muvekîlên me her yek şandin girtîgehek din. Kêm kes birin girtîgeha Amedê. Muvekîla min  sewqî girtîgehek din kirin. 26 mehan neanîn dadgehê. Her carê îdia dikin ku ji ber pirsgirêka teknîkî nikarin bi SEGBÎS’ê jî tevli bibin. Hemû ji xala herî giran a 302’an TCK’ê di çarçoveya ‘xerakirina yekitiya dewletê’ de dihatin darizandin. Di TCK’ê de  ji xwe di ser vê de sûcekî ku ceza bigire tune. Dadgehê dixwest bê gumanbar rûniştinan bike. Tercîhek darizandinê ya wisa dikirin. Muvekîla min 26 mehan ji ber vê bi SEGBÎS’ê jî nikaribû tevlî bibe. Her wiha şahidên ku berê tunebûn jî di carekê de derketin holê. Îfadeyên wan bi îdianameyek nû pêşkêşî dadgehê hat kirin.
 
Cemîleyê diyar kir ku piştî 26 mehan şûnde li ser îtîrazan muvekîla wê Helîn carekê anîn dadgehê û got: “Me fêm kir ku dadgeh dixwaze demildest biryarê bide û dozê bidawî bike. Tenê carekê îfadeya wê girtin. Birin girtîgeha Osmaniyê. Dadgehê cezayê muebetê û her wiha 10 sal ceza birî. Biryar di asta dadgeriyê de ye. Hîna der barê Helînê de biryareke teqez bûye tune.”