Di doza GOÇÎZDER’ê de 4 kes hatin berdan
- 13:39 15 Kanûn 2022
- Hiqûq
STENBOL - Di doza GOÇÎZDER’ê de ji 17 girtiyan derbarê 4 kesan de biryara tehliyeyê hat dayîn.
Danişîna doza endam û rêveberên Komeleya Şopandina Koçberiyê (GOÇÎZDER) 17 jê girtî 23 kes jê tên darizandin di roja sêyemîn de li eywana danişînê ya Kampûsa Girtîgeha Silîviriyê berdewam kir. 26’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê danişînê bi rê ve dibe.
Heyeta dadgehê piştî navbera hat dayîn serokê dadgehê derbarê 4 kesan de biryara tehliyeyê da.
Heyeta dadgehê derbarê Songul Kose, Kamîle Kandal, Veysî Yildiz û Îlyas Erdem de biryara berdanê da û xwest 13 kesên din jî girtina wan bê domandin.
Heyetê her wiha danişînê din taloqî 4-5’ê çileye kir.