‘Ji bo çareseriya pirsgirêka jinan divê têkoşînek yekbûyî bê dayîn’

  • 09:08 17 Kanûn 2022
  • Hiqûq
 
Zelal Tunç
 
WAN - Ji Komîsyona mafê Jinan a Baroya Wanê parêzer Dîlan Kunt Ayan diyar kir ku bi dema nû re li Wan û navçeyên wê dest bi xebatên xwe kirine û di mijara pêşîgirtina tundiya li dijî jinan de xebatên komîsyonê wê têr nekin û got: “Tundî polîtîk e. Divê hemû saziyên jinan yên bajar û civak di vê mijarê de têbikoşin.”
 
Der barê tundiya li hember jinan, polîtîkayên dewletê bihêlin jinê biparêze, berovajî vê destkeftiyên jinan hedef digire û her wiha bi polîtîka û nêzîkiya xwe  cesaretê dide gumanbaran. Di 10 mehên dawî de  299 jin û 45 zarok ji aliyê mêran ve hatin qetikirin. 190 jin û 51 zarok jî bi guman jiyana xwe ji dest dan. 
Derbarê mijarê de endama Komîsyona Mafê Jinan a Baroya Wanê Dîlan Kunt Ayan axivî û bal kişand ser ser xebatên komîsyonê.
 
Dîlanê destnîşan kir ku komîsyona wan berê jî aktîf bûye û di vê çarçoveyê de xeta tundiyê hebûye, jinan xwe ji ser vê xetê digihand wan û wiha got: “Bi dema nû re em jî xebatên xwe didomînin. Me der barê mirinek biguman a jinekê de agahî girt. Em hiqûqnasin û ji ber vê dosyayên wisa dişopînin. Me xwest em bi dozger re hevdîtinê bikin. Me rapora otopsiyê xwest. Hîna dosya didome. Em dişopînin. Têkoşîna li dijî tundiyê tenê bi komîsyoneke hiqûqî nabe. Divê hemû saziyên jinan, komele, platform û civak li dijî vê tundiyê bisekinin û têbikoşin. Divê aliyên ku tundiyê zêde dikin sedemên wê derkevin holê. Ji bo pêşî li mirinên jinan û kuştinên jinan bê girtin Peymana Stenbolê hebû. Lê tevî hemû îtîrazan hat feshkirin. Me wek Komîsyonê dosya şopand. Me doz vekir. Niha îtîraza me ya baroyê jî didome. Lê hîna der barê serlêdana me de biryarek nehatiye dayîn.”
 
‘Em dest jê bernadin’
 
Dîlanê anî ziman ku bi fehskirina peymanê re têkoşîna hiqûqî bidawî nebûye û wiha dirêjî dayê: “Hedefa me ev e ku xeta tundiyê zêdetir bê zanîn, serlêdan bên girtin qe nebe şopandina hiqûqî bê kirin. Armanca me ev e ku jinên tundiyê dibînin bi hêsanî xwe bigihînin xeta me ya îxbarê. Em hewl didin vê mijarê de xebatên xwe berfireh bikin û xwe bigihînin jinan.”
 
‘Nahêlin jin xwe bigihînin edeletê’
 
Dîlanê biryara emniyetê ku li bajar ketiye jiyanê ya ‘jinên tundiyê dibîni ancax dikarin li qerekola cihê ku lê îkamet dikin gilî bikin’ bibîr xist û wiha vegot: “Der barê gumanbaran de jî biryara durxistinê ji qerekolê tê girtin. Jinek li Îpekyolu ku tundiyê dibîne ger îkametgaha wê li Artemîtê be, serlêdana wê li Îpekyolu nayê girtin. Ev jî nahêle jin xwe bigihînin edeletê.”
 
‘Şîdeta li ser jinê polîtîke’
 
Dîlanê destnîşan kir ku derbarê vê biryara hatiye girtin de jî xebatan dimeşînin û wiha dirêjî dayê: “Ger rewşek ku qestê jiyana jinê dike an jî xetereyek jiyanê ya jinê hebe, em hewl didin hemû tedbîrên hiqûqî bigirin. Tundiya li hember jinê polîtîk e. Divê em wisa binêrin. Ya esas divê em pêşî li cînayetê bigirin. Tundî bûyerek civakiye. Planên me hene ku em wek komîsyon bi saziyên civaka sivîl re jî xebatan bimeşînin. Demek berê me ev bi Platforma Jinan a Wanê re jî nîqaş kir. Me got ‘rastiyeke ku mirinên biguman a jinan li vî bajarî heye. Em dikarin çi bikin.’ Tenê komîsyon nikare li dijî vê têbikoşe. Divê bi saziyên civaka sivîl re têkoşîn bê dayîn. Rêxistineke rêxistinkirî pêwiste.” 
 
‘Hewldanên polîsan yên îqnakirinê’
 
Dîlanê her wiha diyar kir ku jinên tundiyê dibînin û serî li qereolan didin, ji aliyê polîsan ve tên îqnakirin û wiha domand: “Wek komîsyon xebata me der barê vê de jî heye. Mînak jinek tundiyê dibîne  li me digere û tundiyê dibêje. Em jî dibêjin biçe qerekola nêzî xwe. Ger hewce bike em jî ligel diçin. Jin diçe qerekolê û dibêje li wir polîs jê re dibêje ‘Vegere mala xwe, ew hevjînê te ye, ji te hez dike û dikare tundiyê jî bike.’ Em bi gotinên wisa re tên rû hev. Helwesta polîs li hember jinê bi salane wisa didome. Walîtî di çarçoveya pêşîgirtina tundiyê de perwerdê dide jinan. Her çiqas Walîtî perwerdê bide jî tundî hîna didome. Serlêdan li komîsyona me tên kirin. Jin dibêjin ‘em diçin cem polîs dibêjin here tiştek ji vê dernakeve’. Jina mexdur jî dibêje ‘Wê demê ez çima ji we re dibêjim’. Pêvajoyên serlêdanê yên qerekolan wisa tên jiyîn. Her wiha jin ji ber polîtîka bêcezahiştinê bi fikar in. Jinên mexdûr ewil dibêjin ‘gelo wê ceza bigirin.’ Yekane hêviya wan ev e. Em wek komîsyon di dosyayên wisa de bi israr şopandina xwe dikin.”