Rûniştina Çaglar Demirel hat taloqkirin
- 11:23 20 Kanûn 2022
- Hiqûq
AMED - Rûniştina Serokwekîla Koma HDP'ê ya berê Çaglar Demirel a bi îddiaya "heqareta li serokkomar" hat dîtin, hat taloqkirin.
2'yemîn rûniştina doza Serokwekîla Koma HDP'ê ya berê Çaglar Demirel a bi îddiaya "heqareta li serokkomar" hatibû vekirin li 5'emîn Dadgeha Cezayê Esliyeyê hat dîtin. Çaglar ji ber nexweşiya Covid 19'ê mazereta xwe ragihand û tevlî rûniştinê nebû. Parêzer Serdar Çelebi di rûniştinê de amade bû.
Serdar, daxwaz kir ku mazereta muwekîla wî bê qebûlkirin.
Dadgeha şandeyê mazereta Çaglarê qebûl kir û rûniştin taloqî 2'yê Sibata 2023'yan kir.