Danişîna doza rojnamevan Sadiye Eser hat taloqkirin
- 15:05 1 Sibat 2023
- Hiqûq
STENBOL - Danişîna doza rojnamevan Sadiye Eser jî di nav de derbarê 33 kesan de hatiye vekirin, hate taloqkirin.
Danişîna 23’yemîn a doza rojnamevan Sadiye Eser jî di nav de derbarê 33 kesan de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” hatiye vekirin li 6’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya li Çaglayanê hat dîtin. Huseyîn As ê di nav kesên tên darizandin de cih digire û parêzera Sadiye Nermîn Selçûk beşdarî danişînê bûn.
Dozger û parêzer Nermîn xwest kêmasiyên dosyayê bên temamkirin.
Dadgehê biryar da ku biryara girtinê ya beriya niha derbarê Beşîr Sonmez, Denîz Babîr, Cîhat Yagmahan, Vedat Çelîk, Leyla Yeşîlçinar û Vedat Aydin de hatibû dayîn bê rawestandin. Danişîn taloqî 1’ê hezîranê kir.