Doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
- 19:38 16 Sibat 2023
- Hiqûq
STENBOL - Doza Rojnameya Ozgur Gundemê hat taloqkirin. Hevgerînendeyê Weşana Giştî ya Rojnameyê Huseyîn Aykol û Midûra Karên Nivîsê Reyhan Çapan jî di çarçoveya dozê de tên darizandin.
Danişîna 26'an a doza Rojnameya Ozgur Gundemê ku bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hat girtin, li Dadgeha Cezayê Giran a 13'an a Stenbolê ya li Edliyeya Çaglayanê hat lidarxistin. Hevgerînendeyê Weşana Giştî ya Rojnameyê Huseyîn Aykol û Midûra Karên Nivîsê Reyhan Çapan tevlî danişînê nebûn, lê parêzerê Metîn Kaya tevlî danişînê bû.
Meqama îdiayê, doza temamkirina xalên kêm kir. Dadgehê jî ev yek esas girt û doz taloqî 2'yê Gulanê kir.