Îdianameya derbarê rojnamegeran de hat amadekirin
- 16:27 17 Sibat 2023
- Hiqûq
ENQERE - Îdianameya têkildarî 9 jê girtî bi giştî 11 rojnamegeran ên di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de hatibûn girtin, 3 meh û nîv piştre hate amadekirin. Gelemperiya îdianameyê ji 149 nûçeyên MA’yê pêk tê. Şahidên nepen û eşkere yên di îdianameyê de cih digirin jî têkildarî rojnamegeran tiştek negotiye.
Lêpirsîna Serdozgerê Komarê yê Enqereyê Zafer Ergun derheqê Midûra Karên Nivîsan a Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yurtsever, nûçegihanên MA’yê Berîvan Altan, Ceylan Şahînlî, Denîz Nazlim, Selman Guleryuz, Emrûllah Acar û nûçegihanên JINNEWS’ê Habîbe Eren û Oznûr Deger ku girtî ne û nûçegihana MA’yê Zemo Aggoz û Mehmet Gunhan ku demekî kin li Buroya MA’yê ya Enqereyê weke stajyer xebitî bû û negirtî tên darizandin de dabû destpêkirin, temam bû. Rojnameger di çarçoveya lêpirsînê di 25’ê cotmeha 2022’yan de hatibûn binçavkirin û ji wan 9 jê di 29’ê cotmehê hatin girtin û şandin Girtîgeha Sîncanê. Dozger, Zemo bi şertê “Hefsa malê” û Mehmet jî bi şertê kontrola edlî berdabû. Piştî îtîrazê, biryara “hefsa malê” ya Zemo hatibû betalkirin û biryara şertê kontrola edlî hatibû dayîn.
Piştî 3 meh û nîv piştre îddianame hat amadekirin
Gelemperiya îdianameya ku 3 meh û nîv piştre hate amadekirin, ji 149 nûçeyên di MA’yê de hatine weşandin pêk tê. Dozger li gel nûçeyan, her wiha îfadeyên rojnamegeran, encamên lêkolînên materyalên dijîtal ên hatin desteserkirin û qeydên HTS’ê weke delîl nîşan da.
Ajansa Mezopotamyayê xistin lîsteya bersûcan
Li gel ku şexsiyeta hiqûqî ye jî, dozger Ajansa Mezopotamyayê weke “bersûs” nîşan da û beşeke mezin a îdianameya ku ji 210 rûpelan pêk tê, ji bo nûçeyên di ajansê de hatine weşandin veqetand.
Daxuyanî wekî delîlên 'endamtiyê' nîşan dan
Di rûpela 12’emîn a îdianameyê de dîroka damezirandina PKK û KCK’ê hatiye vegotin û nirxandinên Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik, Endamê Konseya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan û Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasu yên di adara 2018’an de têkildarî geşedanên derheqê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de kiribûn hatine rêzkirin û nûçeyên behsa xeberê weke delîla “Endamtiya rêxistinê” hatine pêşkeşkirin.
Di berdewamiya îdianameyê de daxuyaniyên partiyên siyasî û girtiyan ên têkildarî greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ku di 8’ê mijdara 2018’an de dabû destpêkirin û di MA’yê de hatibûn weşandin, hatibûn rêzkirin. Her wiha nûçeya ku nirxandinên têkildarî qedexeya hevdîtina parêzeran a bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jî di îdianameyê de cih girt.
Di îfadeyên şahidên nepen û eşkere de derheqê rojnamegeran de tu agahî nînin
Di îdianameyê de dozger cih da îfadeyên Huseyîn Durudenîz ku di 28’ê sibata 2020’an de îfade dabû Midûriyeta Şaxa TEM’ê ya Bursayê, Kerem Gokalp ê bi nasnav “Ulaş” ku îfade dabû Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê, Mujde Dal a ku Amîrtiya Buroya Têkoşîna li Dijî Terorê ya Mêrdînê di 22’yê nîsana 2020’an de îfadeya wê girtî û Ozgur Baran ê ku di 14’ê nîsana 2019’an de îfadeya wî li Midûriyeta Şaxa TEM’ê ya Antalyayê hatiye girtin. Dozger, cih da îfadeyên van kesan ên derheqê MA û JINNEWS’ê de. Dozger, hewl da delîlan berhev bike lê di îfadeyên şahidên nepen û eşkere de derheqê rojnamegeran de tu agahî nînin.
Şahidê nepen ê bi nasnavê “k8ç4b3l1t5” jî derheqê rojnamegeran de yek bi yek îfade da. Di îfadeyên xwe de tenê got ku haya wî jê heye ku rojnameger di MA û JINNEWS’ê de dixebitin û bajarên lê dixebitin destnîşan kir.
Di lêkolîna dozger a derheqê MA’yê de nûçeyên têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, nûçeyên bi parêzerên Ocalan û siyasetmedaran re hatine çêkirin, daxuyaniyên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî yên li Herêma Federa ya Kurdistanê yek bi yek hatin rêzkirin û di îdianameyê de hatin bicihkirin. Di heman demê de nûçeya dîmenên 2 endamên HPG’ê yên ji ber bikaranîna çekên kîmyewî bandor bûyîn jî di îdianameyê de cih girt.
Nûçeyên têkildarî komkujiya Malbata Dedeogûllari jî di iddianemeyê de cih girt
Nûçeyên têkildarî komkujiya Malbata Dedeogûllari ya li Meram a Konyayê jî bûn mijara sûc. Di îdianameyê de nûçeya ku xizmên malbatê û şahidên bûyerê şahidiya xwe vedibêjin jî weke sûc hate hesibandin. Di heman demê de nûçeyên têkildarî çalakiyên protestokirina komkujiya malbatê û daxuyaniyên têkildarî wê weke hêmayên sûc hatin destnîşankirin.
Her wiha nûçeya têkildarî malbata Kurga ku di 2’yê tebaxa sala 2021’an de li navçeya Elmali ya Antalyayê rastî êrişeke nîjadperest hatibû û zext lê dihat kirin ku gund biterikînin, li îdianameyê hate zêdekirin.
Dozgerê ku yek bi yek temamiya nûçeyên têkildarî êrişên nîjadperest li îdianameyê zêde kir, her wiha nûçeya têkildarî êrişa nîjadperest a di 1’ê tebaxa 2021’an di dema şewata li Manavgat a Antalyayê li dijî kurdan hatiye kirin jî weke sûc nîşan da.
Yek ji nûçeyên balkêş ên di îdianameyê de jî nûçeya MA’yê ya di 18’ê çileya 2021’an a bi sernavê “Li Serhedê rêyên 349 jîngehan hatin girtin” bû. Di îdianamayê de ji bo nûçeyê wiha hatiye gotin: “Ev a qaşo nûçe, ji bo girseya muzahîr hatiye weşandin.”
Gelemperiya îdianameyê ji 149 nûçeyan pêk tê ku ji wan 92 jê têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, 21 jê têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî, 19 jê têkildarî Komkujiya Dedeogûllari, 16 jê têkildarî nêrîn û nirxandin siyasetmedar û parastvanên mafên mirovan ên têkildarî pirsgirêka kurd, û yek jî têkildarî girtina rêyan ji ber berfê bû.
Dozgerê ku îdia dike rojnameger tev li çalakiyên legal/îllegal bûne, lê têkildarî çalakiyên navborî tu delîl pêşkêş nekir. Di îdianameyê de merasîma cenazeyên ku rojnameger ji bo nûçeyan tev li bûne jî bûye mijara sûc. Ji ber ku rojnamegeran bi ferdên malbata xwe yên derbarê wan de doz hatiye vekirin û derbarê wan de biryara lêgerînê heye jî bûye mijara sûc. Ji ber ku rojnameger Zemo Aggoz bi xwişka xwe ya ji ber dozek lê hatiye vekirin û biryara lêgerînê derbarê wê de heye û niha li Fransayê ye di nava pêwendiyê de bûye, di îdianameyê de cih digire û ev yek jî kirine sûc.
Ji ber ku rojnamevanan stran gotine û govend gerandine jî kirine sûc. Rojnameger Selman Guzelyuz ku di çalakiyek seyranê de stran gotiye û govend gerandiye, ev yek wek sûc hatiye nîşandan. Lê bo sûcê navborî tu dîmen û belge nehat pêşkêşkirin.
Di îdianameyê de Buroya MA’yê ya Enqereyê jî hatiye îllegalîzekirin. Malên ku rojnameger lê dimînin jî wek “cihê hevdîtin û hêwirînê” hatiye dîtin. Navnîşanên malên rojnamegeran ku ji ber bajarê xebata wan hatiye guhertin jî wek sûc hatiye nîşandan.
Derket holê ku di îdianemyê de hatiye gotin di navbera 17’ê sibata 2021’an û 8’ê sibata 2021’an de li rojnamevanan hatiye guhdarîkirin.
Di îdianameyê de cihek berfireh dane îfadeyên rojnamevanan ên li dozgeriyê û tawanbariyên li rojanemgeran hatine kirin tenê beyanên şahidên veşarî û yên navê wan eşkere ne. Her wiha bikaranîna kartên hesabên malbatê ku Bêrîvan Altan û Selman Guzelyuz bikaranîne kirine mijara sûc. Di îdianameyê de hatiye gotin ku transferiya pere di navbera Rojnameger Habîbe Eren û malbata wê de çêbûye û sûdgirtina wê ya ji Fona Sîgortoya Bêkariyê jî kirine îdianemeyê.
Her wiha parvekirinên rojnamevanan ên li ser medya civakî û her wiha parvekirina nûçeyên wan ên di ajansê de jî wek sûc hatiye nîşandan. Kartên çapemeniyê yê yên rojnamevanan ku aydî ajansên wan in jî kirine sûc.
Dozgeriya ku têkildarî sûcdariyan tu delîl pêşkêş nekiriye, lê dozger xwest ji dirûşmên ku parlamenteran berz kiriye û wê kêliyê mîkfrofona MA’yê ku li ber devê wan bû sûc hilberîne.
Di îdianameyê de JINNEWS wek “Jen News” hatiye nivîsandin. Rêwitiya rojnameger Onûr Deger a bi balafirê kiriye jî bûye tawanbarî. Deger ji bo nûçeya ku penaberên Sûriyeyê li navçeya Altindaga Enqereyê bi êrişê re rûbirû mane çûye mala wan penaberan. Dozger îdia kiriye ku Oznur Deger ji bo ku penaberan provoke bike çûye mala wan penaberan.
Di îdianameyê de parvekirina medya dîjîtal a rojnameger Denîz Nazlim ku têkildarî serdegirtina polîsan a Buroya MA’yê ya Wanê de jî kirine sûc. Tenê delîlek derbarê Nazlim de bi dest xistine heye ew jî karta wî nûçegihaniyê ya MA’yê ye.
Di îdianameyê de rojnameger Dîren Yûrtsever jî bi nûçekirinê û şopandina nûçeyan a ku mîkrofona MA’yê di destê wê de hatiye sûcdarkirin. Her wiha hevdîtina Yûrtsever a li gel çavkaniyên xwe nûçeyan jî sûc hatiye dîtin.
Dozgerê ku lêgerîna xwe ya delîlan dewam dike di îdianameyê de rojnameger Zemo Aggoz ku dema xwendekar bûye û di karên bi sîgorta de xebitiye jî wek sûc hatiye dîtin. Dîsa pirtûka Bager Sayak ku hê nivîsandiye û hê nehatiye weşandin li mala Aggoz tê desteserkirin û ev pirtûk wek pirtûka Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye nivîsandin.
Di îdianameyê de şandin ango transferiya pereyan a di navbera rojnmaeger û xizmên wan û hevalên wan de jî û her wiha razandina meaşê wan jî wek sûc hatiye dîtin.
Di îdianameya bêdelîl de dozger sê çar caran cih daye dîroka PKK/KCK’ê û beyanên şahidên veşarî û eşkere ku ne têkildarî rojnamevanan e. Dozger îdia dike ku rojnameger “endamên rêxistinê ne” û derbarê her rojnamegerek de ji 7 sal û nîvan bigire heta 15 salan cezayê hefsê tê tê xwestin.
Îdianame ji aliyê 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ve hat qebûlkirin.