41 hezar 666 lîre cezayê pere li Rojnameger Reyhan Çapan hat birîn
- 13:56 14 Adar 2023
- Hiqûq
STENBOL - 41 hezar 666 lîre cezayê pere li Mudura Karê Nivîsê ya Rojnameya Ozgur Gundema ku bi KHK'ê hat girtin, Rojnameger Reyhan Çapan hat birîn.
Ji ber nûçeya Mudura Karê Nivîsê ya Rojnameya Ozgur Gundemê, Reyan Çapan a di 17'ê Hezîrana 2014'an de ya bi navê "Kujerên zarokan" bi iddiaya "sererastkirin û neweşandina bersivê ya ne bi rêk û pêk" ji nû ve hat darizandin. 3'yemîn rûniştina dozê li Dadgeha Cezayê Esliyeyê ya 2'yemîn a Stenbolê ya Çaglayanê hat dîtin.
Reyhanê tevlî rûniştinê nebû. Parêzerê wê Ozcan Kiliç li rûniştinê amade bû.
Piştî tespîta nasnameyê parêzer Ozcan berata Reyhan xwest.
Heyeta dadgehê 41 hezar 666 lîre cezayê pere li Reyhanê birî.