Cezayê muebedê li kujerê Pakistan Demîr hat birîn

  • 14:17 20 Adar 2023
  • Hiqûq
 
 
MÊRDÎN - Dadgehê cezayê muebedê yê girankirî li kujerê Pakistan Demîr, Mehmet Emîn Oner birî. 
 
Li gundê Zergana bi ser navçeya Kerborana Mêrdînê ve di 16’ê îlona 2022’yan de Pakistan Demîr (34) ji aliyê hevjînê xwe Mehmet Emîn Oner ve bi îdiaya ku “şalpeyê ji serê xwe kiriye” qetil kiribû. Ji sûcê “kuştina bi qestî ya jin û hevjînê” doz li Oner hat vekirin. Danişîna dozê li Dadgeha Cezayê Giran a Midyada Mêrdînê hat lidarxistin. 
 
Malbata Pakîstanê û parêzerên endamên baroyên Mêrdîn, Êlih û Amedê û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Platforma Jinan a Şahmaran û endamên Komeleya Jinan a Rosa û HDP’ê tev li danişînê bûn. Kujer di danişînê de amade bû. Parêzerên her du aliyan jî tev li bûn. 
 
Parêzerên malbata Pakîstan Demîr xwest ceza li kujer bê birîn. Dozger mutalaya xwe ya berê amade kiribû, dubare kir. 
 
Dadgehê ji tawanbariya “hevjîn û xizmên xwe bi qestî kuştiye” cezayê muebeda girankirî li kujer Mehmet Emîn Oner birî.