AYM'ê daxwaza HDP'ê red kir

  • 11:29 22 Adar 2023
  • Hiqûq
 
ENQERE - HDP’ê bi daxwaza ku parastina wan a devkî ya li dijî doza girtinê bimîne piştî hilbijartinê, serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dabû. Dadgehê, daxwaza HDP’ê qebûl nekir û red kir. 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi daxwaza ku parastina wan a devkî ya li dijî doza girtinê bimîne piştî hilbijartinê, serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dabû. AYM’ê, daxwaza HDP’ê qebûl nekir. HDP’ê di serlêdana xwe ya di 15’ê adarê de diyar kiribû ku ji ber erdhejan ne pêkan e ku parastina xwe ya devkî bike û xwestibû ku ji ber bandora wan a li ser hilbijartinê darizandin bê taloqkirin. HDP dê di 11'ê Nîsanê de parastina xwe bike.