Daneşîna doza KCDP'ê hat dîtin
- 15:26 5 Nîsan 2023
- Hiqûq
STENBOL - Daneşîna 3'emîn a Doza KCDP'ê ku bi îdaya "li dijî qanûn ê ehlaq tevgeriya ye" hatibû vekirin li Edliyeya Stenbolê hat dîtin.
Daneşîna 3'emîn a Doza Platforma em ê Kuştina Jinan Rawestînin (KCDP) ku bi îdaya "li dijî qanûn û ehlaqê tevgeiya ye" hatibû vekirin li 15'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayên hat dîtin.
Di danişînê li gel parêzerên komeleyê, nûnerên Konsolosxaneyên Swêd û Hollandayê, Nûnera PEN'ê Caroline Stockford, Konsolosxaneya Fînlandiyayê, ji Konsolosxaneya Îrlandayê Hande Ozden û Karin Scharen, Cîgira Seroka Baroya Stenbolê parêzer Nazan Moroğlu, Komeleya Azadiya Derbirînê jî amade bûn. , Parêzerên Komeleya Têkoşîna li dijî Şîdeta Zayendî, Parêzera Baroya Denîzliyê Ayşegul Îrem Aydogan, Nûnera Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Bîrcan Dag, parêzera Komeleya Şopandina Wekheviya Zayendî Seher Kırbaş, Baroya Enqereyê Komeleya Gelincik, Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) û Baroya Enqereyê. Komeleya Navenda Mafên LGBTIyan, parêzerên Baroya Kirklareliyê û gelek parêzer wek muşahîd tevli danişînê bûn. Ji ber ku salona dadgehê qelebalix bû gelek kes nekaribûn bikevin salonê.
Daneşînê saetekê bi derengî bi tespîta nasnameyan dest pê kir. Parêzerên ku daneşîn şpandin xwestin tevli daneşîn bê bibin. Lê dadgehê daxwaza parêzeran red kir û doz taloqî 13'ê Îlonê kir.