Îdianameya aktîvîstên TJA’yê şandin Amedê
- 20:14 6 Nîsan 2023
- Hiqûq
NAVENDA NÛÇEYAN- Îdianameya der barê 23 jinên ku aktîvîstên TJA’yê bûn de hatibûn amadekirin bi biryara ‘qelsiyê’ şandin Amedê.
Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê der barê aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ û ‘rêveberiya rêxistinê’ lêpirsîn vekiribû û di çarçoveya lêpirsînê de der barê 23 jinan de îdianameya hatibû amadekirin pêşkêşî dadgehê hat kirin.
25’emîn Dadgeha Ceza Giran a Enqereyê ku îdianame nirxand, biryara ku qelsî di dosyayê de heye, dosya şand Amedê.