HDP: Hiqûq bi temamî hatiye binpêkirin
- 12:46 15 Nîsan 2023
- Hiqûq
ENQERE - Hevberdevka Komîsyona Hiqûqê ya HDP’ê Nûray Ozdogan diyar kir ku dozger û dadgerê Doza Kobanê bi mutalaya û biryarên xwe terefiya xwe ya hilbijartina 2023’yan dan nîşandan û got: “Divê li gorî biryarên DMME’yê doz bihata betalkirin. Me carek din duh dît ku hiqûq bi temamî hatiye binpêkirin û li ser daxwaza îktidarê tê şixûlandin.”
Di Doza Kobanê de ku Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê, parlamenterên berê û endamên MYK’ê yên berê jê tên darizandin duh dozger mutalaya xwe ya derbarê dozê de pêşkêş kir. Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a HDP’ê têkildarî mutalaya derbarê dozê de ku hat pêşkêşkirin, li Navenda Giştî ya HDP’ê daxuyaniya çapemeniyê da. Hevberdevka Komîsyonê Nûray Ozdogan di daxuyaniyê de axivî û biryara ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya derbarê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û parlamenter û rêveberên HDP’ê de daye û biryara darizandina wan siyasî daye bi bîr xist.
Nûray anî ziman ku DMME’yê îtîraza hikûmeta Tirkiyeyê ya li dijî biryara xwe red kir û got: “Divê li gorî biryarên DMME’yê doz bihata betalkirin. Me carek din duh dît ku hiqûq bi temamî hatiye binpêkirin û li ser daxwaza îktidarê tê şixûlandin.”
‘Ji bo dîroka demokrasî û pergala hiqûqî cihê xemgîniyê ye’
Nûray destnîşan kir ku ew biryarên demkî yên dadgehê û mutalaya dozgeriyê pêşkêş kiriye terefiya xwe ya hilbijartinên 2023'yan eşkere kiriye û got: “Em vê yekê qebûl nakin. Ji bo dîroka demokrasî û pergala hiqûqî ya Tirkiyeyê cihê xemgîniyê ye. Heyeta dadgehê di vê heyamê de hemû pêvajoyên darazê rawestand. Tekane motîvasyona kurtkirina pêvajoya ber bi cezakirinê bû. Bi zelalî diyar kir ku ew ê biryarên erênî yên weke biryarên ne dozgeriyê jî weke delîlên di dosyayê de bihesibînin. Hiqûq mafên bingehîn ên mirov in. Hiqûq ji bo mirovan e. Dema ku ev bên binpêkirin, cihê şermê xwe dide nîşandan.”
‘Hêviya xwe bi dozên kompasê ve girê didin’
Nûray diyar kir ku îktidar û şirîkê xwe ku zextan li dadgehan dikin û ev yek jî xwe di dozan de didin nîşandan û wiha got: “Em bawer dikin ku endamên darazê dê di qonaxekê de pîşe û rûmeta xwe wekî dadgeriyê bi bîr bînin. Em jî soz didin ku piştî 14’ê Gulana 2023’yan em ê rayedarên darazê ji vê tabloya şermê ya ku ketinê, derxin. Desthilatdariya AKP-MHP’ê siberoja xwe bi dozên komployê-kompasê yên li dijî partiya me, wekîlên me, endamên me ve girê daye.”