Ji doza Asya Dîzlek biryar derket
- 19:21 18 Gulan 2023
- Hiqûq
ÎZMÎR - Li Asya Dîzlek ya li dijî Serkan Eroglu ku destdirêjî li zarokên wê kiribû parastina cewherî pêk anîbû, 4 sal û 8 meh ceza lê hat birîn.
Mêrê bi navê Serkan Erdogan li du zarokan destdirêjiya sistematîk kiribû. Dayika zarokan Asya Dîzlek li dijî gumanbar Serkan Erdogan parastina cewherî pêk anî û gumanbar birîndar kir. Asya Dîzlek ji sûcdariya ‘ji qestî teşebusê kuştina kes’ dihat darizandin û runiştina biryarê li 4’emîn Dadgeha Ceza a Bayrakli hat dîtin.
Asya, parêzarên aliyan û gumanbar Serkan Erdogan di runiştinê de amade bûn. Ji sûcdariya ‘ji qestî teşebusa kuştina kes û tehrîka giran’ 4 sal û 8 meh ceza li Asyayê hat birîn. Li gumanbar Serkan Erdogan jî ji sûcên ‘îstîsmara sistematik a zarokan’, ‘heqere’ û ‘derbkirinê’ 42 sal ceza hat birîn.
Asyayê da zanîn ku tevî îftereyên gumanbar, têkoşîna jinê bi serketiye û ji ber cezayê razanê ya Asyayê tune nehat girtin.