Ji darizandina Newrozê 26 kesî berat kir
- 19:04 30 Gulan 2023
- Hiqûq
ÎZMÎR- 30 welatiyên bi hinceta tevli Newrozê bibûn dihatin darizandin jê 26 kesî berat kir.
Di 2015’an de li Îzmîrê li 30 kesî bi hinceta tevli mîtînga Newrozê ya li Qada Gundogdu bûne doz hat vekirin û runtiştina biryarê hat dîtin. Doz li 21’emîn Dadgeha Ceza Giran a Îzmîrê hat dîtin. Welatiyên ne girtî dihatin darizandin tevli runiştinê nebûn û parêzer di runiştinê de amade bûn.
Parêzeran diyar kirin ku Newroz cejna neteweyî ya gelê Kurde û daxwaza berata muvekîlên xwe kirin.
Dozger mutala aşkera kir û berat xwest. Heyeta dadgehê dosya Muhammed Kaya, Hatîp Bîlen, Zelîha Keskîn û Hasan Demîralp veqetand û biryara berata 26 kesî dan.
Kesên hatin beratkirin wihane: Azad Bulut, Bariş Tezkorkmaz, Erhan Demir, Fevziye Pulat, Hacay Yilmaz, Hayat Îzgi, Îshak Demirel, Îslam Susan, Îsmail Gerçek, Kasim Saglam, Mahsun Çaliş, Maruf Gunduz, Mazlum Çinar, Mutaber Akgul, Naile Erogluer, Nedim Yilmaz, Orhan Îpek, Ramazan Geldi, Ridvan Kurt, Sedat Mihyaz, Serkan Geldî, Sidika Tacar, Suleyman Goksel Yerdut, Şehmuz Azizoglu, Şukru Aybek Yusuf Atalan."