Fîgen Yuksekdag bertek nîşanî biryara parastina lêzêdekirî da
- 16:43 18 Tebax 2023
- Hiqûq
ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag bal kişand ser biryara parastina lêzêdekirî ya ji bo îhtîmala îdiaya sûc û wiha got: “Gelo ev îhtîmal nû hate bîra we? Hûn dibêjin ‘sibeya vî karî jî heye.’ Ez wê fêm dikim. Lê hûn dê nekaribin bi vê biryarê jî vî karî komî ser hev bikin.”
Rûniştina dawî ya 29’emîn danişîna Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedarên kurd bi hinceta bûyerên 6-8’ê Cotmeha 2014’an tê de tên darizandin, li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê dest pê kir.
Fîgen Yuksekdag, Zeynep Karaman, Pervîn Oduncu û Ayşe Yagci bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bûn.
Tevî Alp Altinors, gelek girtiyên din û parêzerên wan jî di danişînê de amade bûn. Dadgehê, têkildarî lêkolînkirina rewşa girtî mafê axaftinê da dozger. Dozger jî mutalaa da û xwest rewşa girtî bidome.
Ji bo rewşa girtî, mafê axaftinê dan Alp Altinors. Alp, êrişa DAIŞ’ê ya li dijî Rojava bi bîr xist û wiha got: “Ji ber banga ku me xwest pêşî li ber komkujiyê bigirin, ev 3 sal in girtî ne. Ji ber vê twîtê, cezayê muebbeta giran tê xwestin. Dadgehê biryar da ku li dijî îxtîmala guherîna wesfa sûcê tê îdiakirin, parastina lêzêdekirî were kirin. Ev yek nîşan dide ku di vê dozê de guherîn çêdibin. Ji ber u em ji 302’yê tên darizandin û lewma girtî ne. Ji ber vê divê dadgeh ji bo rewşa girtî nirxandineke cuda bike. Ez ê beraet bikim lê we yekser serî li rêbaza cezakirinê da.
Dadgehê cih neda biryara DMME'yê
Dagdehê, di tu biryarên navberê de cih neda biryara DMME’yê ya derheqê Demîrtaş û Yuksekdag de. We ji bo vê biryarê tiştek nekir û ez dixwazim hûn bi wê biryarê bikin. Dixwazim ev rewşa neheq û derhiqûqî bi dawî bibe. Ji ber biryara nû divê parastinên nû bên amadekirin. Lewma hewceye danişîn bên taloqkirin. “ Piştre jî girtî Îsmaîl Şengul parastina xwe kir û got ku ev 3 sal in girtî ye. Şengul, diyar kir ku pêvajoya lêpirsîn û teqîbatê dikeve sala 9’an û wiha derbirî: “Tevî ewqas demê jî têkildarî yekitî û yekparetiya welêt tu tiştek di dosyayê de nîne.”
'Biryar destpêka pêavajoyeke nû ye'
Siyasetmedar Ayşe Yagci jî li ser SEGBÎS’ê tevli danişînê bû û ev tişt anî ziman: “Biryara dadgehê ya nû, destpêka pêvajoyeke nû ye. Em tam piştrast nînin ka ev biryar biryareke erênî ye yan neyîınî. Em di nava şertên giran de man û gelek hatin mexdûrkirin. Divê di dema lêkolînkirina rewşa girtîmayînê de ev rewş li ber çavan bê girtin. Bi tu awayî bi zelalî nehat nîşandan bê ka ez çawa tevli Bûyerên Kobanê bûme. Demeke dirêj a lêpirsîn û teqîbatê heye. Tevî vê yekê jî tiştek bi dest nexistin. Ez dixwazim wisa fêm bikim ku dadgeha we jî di vê mijarê de zelal bûye. Ev 3 sal in em vala vala di hundir de ne. Dozger hinceta ‘gumana revê’ nîşan dide. Dema ez li derve jî ji ber dozeke din min îmze diavêt. Min jî hemû îmze avêtin. Hûn min berdin jî dê dev ji vî welatî bernedim."
Mafê azadiyê tê binpêkirin
Siyasetmedara girtî Dîlek Yagli jî bertek nîşanî daxwaza dozger a têkildarî lêkolîna rewşa girtîmayînê da û wiha got: “Endamtiya min a MYK’a HDP’ê weke sûc nîşan daye. Ev sûc nîne. Tevî vê jî em nayêm berdan. Mafê me yê azadiyê tê binpêkirin û ez jî li dijî wê derdikevim.”
'Lêkolîna rewşa gitî qonaxeke girîng e'
Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag jî got ku li pêşberî wê eywaneke vala heye, şêweyê tevgera wê her ku diçe diguhere û wiha got: “Lêkolîna rewşa girtî qonaxeke girîng e. Lê hêviya kesekî nema ye. Kesên rewşê dizanin ku biryarên we di berîka we de ne. Biryarên şandeya dadgehê bêencam dimînin. Li ser fermanê we bi israr xwest vê dozê zû bidawî bikin lewma her ku çû naveroka wê bêhtir vala bû. We bi tiştên naveroka wê vala tije kiriye. Jixwe tu naverokeke wê ya hiqûqî nîne. We bi biryara xwe ya navberê naveroka wê xera kir. Hûn dixwazin me mehkûmî pergaleke darazê ya veguheriye makîneyê bikin. Biryarên we yên sînorkirina demê, rewşa girtîmayînê veguheriye îşkence û zilmê. Di her kêliya jiyana xwe de em vê îşkenceyê dijîn.
Îqtîdar me weke hevrîkê xwe dibîne
Gultan Kişanak niha li dijî nexweşiyên xwe têdikoşe. Biryarên we weke êrişên li dijî jiyana me bandorê li me dikin. Dibe ku hûn pir teknîkî bijîn. Hûn mirovan ji mafê azadiyê bêpar dihêlin û mafê jiyanê xesp dikin. Kişanak, gelek xizmên xwe winda kir. Herî dawî çû cenazeyê xwişka xwe û di vegerê de hate îşkencekirin. Ev yek, encama biryarên we ye. Îktîdara siyasî me weke hevrikê xwe dibîne û hewl dide hesabê bipirse. We jî weke amûrekî îşkenceyê bi kar tîne. Îktîdar, hêzên ewlekariyê jî li dijî me weke amûra îşkenceyê bi kar tîne. Em jî ji bo rûmeta mirovahiyê, li dijî îşkenceyê têdikoşin.
Hûn dilxwazên vî karî ne!
Kişanak, rêya rojekê 4 rojan derbas kir. Di wesayîtên rîngê, di hucreyên yekkesî de hate ragirtin, dermanên wê nehatin dayîn û hate îşkencekirin. Ev jî encama biryarên we yên navberê ne. Di her biryara we ya rewşa girtîmayînê de ev zilm û îşkence didome. Em qala mafê jiyanê dikin. Gelek siysetmedar û girtî li girtîgehan hatin qetilkirin. Hûn ji hêla îdeolojîk ve dilxwazên vî karî ne. Ev, doza tundiya siyasî û cînayetê ye. Yek ji biryarên balkêş ên we herî dawî dayîn jî biryara parastina lêzêdekirî e. Gelo nû hate bîra we? Min hiqûq nexwendiye lê 24 saetan bi vî karî mijûl im. Lê her welatî dizane ku dibe wesfê sûc biguhere. Ma piştî 2 sal û nîvan hate bîra we? Anku hûn dibêjin ‘sibeya vî karî jî heye.’ Ez we fêm dikim. Lê ev kar bi vê biryarê komî ser hev nabe.
Bertek nîşan da
Di nêrîna we de em ‘kujer’ in. Ji destpêkê heta niha hûn me di vê çarçoveyê de didarizînin. We alî girt. Dozger ji xwe wisa dibêje û we jî mutalaaya wî parast. Hûn û dozger weke dijminên me tevdigerin. Piştî du sal û nîvan ji ber îxtîmala guherîna wesfa sûc mafê parastina lêzêdekirî hatiye dayîn. We mafê me yê jêpirsînê xesp kir. Aliyekî erênî yê biryara parastina lêzêdekirî nîne. Bi aleyha me tê bikaranîn. Bi parastina derheqê esasê de kirine yek û ev jî vê nîşan dide.
We ji bo parastinê dema pêwist neda
Ji ber Temel israr û înada we li gorî min aliyekî erênî bo me nîne. We ji bo parastinê dema pêwîst neda û ev yek wisa dibêje. Derheqê me de yek delîleke şênber nekete dosyayê lê daxwazên me hatin paşguhkirin. Gelo bi rastî jî ev yek we aciz nake? Gelek biryarên navberê yên ecêb hene. Weke mînak; me xwest nîşeya emniyetê bila were lêkolînkirin lê we red kir. Fermanek, giştînameyek heye.
Hemû peymanên navneteweyî dibêjin ku divê dosya vekirî bin, sûc zelal be û delîl şênber bin. Divê şahid jî eşkere bin. Dozeke rewa wiha dikare bê destpêkirin. Dibêjin ku heke doz wisa nebe û tevlihev be, wê demê negirtî bidarizîne. Lê hûn ji destpêkê heta niha vê rastiyê binpê dikin. Hûn li gorî Destûra Bingehîn tevnagerin. Heta niha bi darbeyan Destûra Bingehîn dihat binpêkirin lê niha meqamên darazê wisa dikin.
Daxwaznameya Diyanetê rezalet e
Hinek sazî dixwazin tev li dozê bibin. Ev siyasetmedar ji hêla Erdogan, Bahçelî û berdevkên wan ve hatin ferzkirin. Erdogan dibêje; ‘hêj Doza Kobanê heye, dê ceza lê were birîn.’ Anku li ser navê we biryar da. Îktîdara siyasî mudaxileyî vê dosyayê kir. Çoyê îktîdara siyasî li ser serê we ye. Dibêje; ‘cezayê herî giran bidin.’ Daxwaznameya Diyanetê jî tam rezalet e. Em ji ber vegotina fikra xwe 7 sal in di girtîgehê de ne lê hûn kesên ji me re dibêjin kujer, dijminên din û hwd. diparêzin. Li ser fermana siyasî xwestin tev li dozê bibin. Hûn niha dozeke krîtîk û dîrokî birêve dibin. Gotinên di daxwaznameyê de dibe ku berê civakê bide hev. Em girtî ne, êrişî me dike û dixwaze tiştekî bi dest bixe. Em ê ji hêla siyasî û hiqûqî ve hesaba vê daxwaznameyê ji wan bipirsin.
Hevalên me berdin
Ez dixwazim hûn êdî dawî li vê rewşa girtî ya veguheriye îşkenceyê bînin. Ev doz li ser Hevserokên Giştî yên HDP’ê tê domandin. Karê we bi min û Demîrtaş re ye. Em amade ne ku vê hesabê heta dawiyê bidomînin. Em ji bo bedelên wê amade ne. Em dixwazin hevalên me bên berdan.”
‘Me çi sûc kiriye?’
Siyasetmedar Pervîn Oduncu jî wiha got: “Gavek berê di mutalaayê de digot ‘sûcên kirine.’ Gelo ka hûn ji min re nabêjin bê ka me çi sûc kirine? Heke siyaset sûc be, kurdbûna me sûc be, jinbûna me û femînîstbûna me sûc be, erê rast e wê demê em sûcdar in. Xuyaye ku biryarên we di berîka we de ne. Hemû dinya dizane ku em bi adilane nayên darizandin.” Zeynep Karaman jî têkildarî rewşa girtîmayînê axivî û xwest ev rewş bi dawî bibe.