'Di bin şertên muebeta giran de girtî 24 saetan tên şopandin'
- 09:03 3 Îlon 2023
- Hiqûq
Melek Avci
ENQERE - Yek ji parêzera ÇHD’ê Ulkucan Kapdan da zanîn ku girtîgehên nû bi binpêkirinên mafan tije ne û got: “Dema tîpên F nû hatin vekirin ev binpêkirinên wisa hebûn lê di encama têkoşînan de mafên hatine bidestxistin hebûn. Ev girtîgehên nû ji bo ev mafên hatine bidestxistin pêk neyên faliyetan dimeşînin.”
Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Hiqûqnasên Hevdem (ÇHD) hefteya borî rapora der barê Girtîgehên Ewlehiya Bilind a Tîpa Y û S aşkera kir. Di raporê de ev girtîgeh wek ‘modela tecrîda nû’ hatin venasîn. Di raporê de hat diyarkirin ku li Tirkiyeyê herî kêm 16 heb ên Ewlehiya Bilnd, 4 heb ên Y û 6 heb jî girtîgehên Tîpa S hene. Di raporê de hat daxuyakirin ku girtîgehên Tîpa Y ji girtîgehên Ewlehiya Bilind di alî mîmarî cuda ne û ji ber vê tecrîd, xespkirin û binpêkirin zêde ne.
Yek ji parêzerên ku rapor amade kir Ulkucan Kapdan hevdîtiên bi girtiyan re yên di raporê de û girtîgehên Tîpên nû ragihand.
Şertên muebeta giran
Ulkucanê da zanîn ku modelên girtîgehên Tîpa Y û S ku wek modela Girtîgeha Ewlehiya Bilind tên binavkirin, bêyî ku wezareta dadê rayagiştî agahdar bike ji nişka ve vekiriye û ne pêvajo ne jî mîmariya wan hatiye parvekirin. Ulkucanê wiha dirêjî dayê: “Ez ji bo Antalyayê bêjim. Nêzî salek berê muwekîlên min bi surgun-sewqkirinan, hatin girtîgeha Ewlehiya Bilind a Antalyayê. Dema nû hatin surgunkirin wê derê wek Tîpa Y dan nasîn û di belgeyên fermî de wek Tîpa Y derbas bû. Lê du meh şûnde nav guhertin û gotin Ewlehiya Bilind. Piştî me binpêkirinên mafan ên li hember muwekîlên xwe dîtin me dest bi lêkolînan kir; cihên mîmarî çine, cihên çawa ne. Girtiyên siyasî bi surgun û sewqkirinan tînin wir. Lê hemû di şertên muebeta giran de tên girtin. Di nav wan de hîna girtiyên cezayên wan teqez nebûne hene. Lê bi mehan bi tena serê wan di hucreyan de tên girtin. Bi prosedura muebeta giran li wir tên girtin.”
24 saetan bi kamerayan tên şoapndin
Ulkucanê di berdewamiyê de bi lêv kir ku wek ÇHD girtîghên tîpên nû lêkolîn kirine û kirine rapor û wiha domand: “Me di pêvajoya amadekirina raporê de bi girtiyan re hevdîtin kir. Di encama hevdîtinan de me ev rapor amade kir. Di raporê de me der barê mîmariya girtîgehan de û binpêkirinan de agahî da. Dema mîmarî bi Tîpên F re bên hembre hev, sê modelên nû li pêş me hene; YGC yanî Girtîgehên Ewlehiya Bilind, Tîpa Y û S. Cudahiya Tîpên S ji F tune ye, di alî mîmarî de wek hev in. Yekane cudahî di hucreyan de, di qadên jiyanê ya hevpar de kamera hene. Girtî bi van kamerayan 24 saetan tên temaşekirin. Girtî vê naxwazin. Hewadanka wan bi Tîpa F re heman e. Ji ber kamerayan girtî îşkenceyê dibînin.
Ji paceyan ronahiya rojê derbas nabe
Ulkucanê her wiha destnîşan kir ku li modelên tîpa Y û Girtîgehên Ewlehiya Bilind jî binpêkirinên mafan ên mezin tespît kirine û di vê mijarê de jî wiha vegot: “Mîmariya Tîpên Y û Ewlehiya Bilind dişibin hev. Ev ji Tîpên F cudatirin. 3 kat hatine avakirin. Ji ber 3 kat hatine avakirin li ber hucreyan hewadankên aydê wan tune ne. Tenê di qatê dûyemîn de hewadanka hevpar heye. Rojê saetek û nîv e. Ev rewş bi tena serê xwe binpêkirina maf e. Girtî diyar dikin ku ronahiya rojê jî ji paceyan derbas nakin. Girtî 22 saetan di hucreyê de ne. Şertên tecrîda mezin hene.”
‘Li gorî xwe pergalê pêk tînin’
Ulkucanê axaftina xwe wiha domand: “Li girtîgeha Ewlehiya Bilind a Antalyayê di surgunên ewil de girtiyên hatin di hucreya yek kesî de hatin girtin. Lê me xwest di hucreyên sê kesî de bimînin. Muwekîlekî me yê nexweşê giran hebû. Nikaribû tenê bimaya. Lê bi mehan di hucreya yek kesî de ma. Ji bo sewqkirinê em bi mehan mijûl bûn û piştî mehan şûnde gotin hucreyên sê kesî hene. Pergaleke li gorî xwe pêk tînin heye.”
‘Em muxatab nabînin’
Ulkucanê di dawiya axaftina xwe de balkişand ser binpêkirinên mafan û got li tîpên nû hebûna kamerayan bi tu awayî nayê qebûlkirin û wiha dawî lê anî: “Ev binpêkirina jiyana taybet e. Em serlêdanan dikin lê mixabin em muxatab nabînin. Ji wezareta dadê re nivîs tê nivîsin û wezaret dibêje ‘ev ne di qada min de ye, bi malên tevkîfê re çareser bike’. Em ji wir re dinivîsin qebûl nakin me dişînin Wezareta Dadê. Dozên tên vekirin jî bê encam dimînin. Li ser girtiyên siyasî polîtîkayek tecrîda giran tê meşandin.”