Rûniştina rojnameger Sofya Alagaş hat taloqkirin
- 09:59 22 Sibat 2024
- Hiqûq
AMED - Rûniştina rojnameger Sofya Alagaş ji ber sedema kêmasiyên di dosyeyê de, hat taloqkirin.
3'yemîn rûniştina doza bi îddiaya "endamtiya rêxistinê" li Mudura Karê Nivîsê ya JINNEWS'ê Sofya Alagaş hatibû vekirin li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran hat dîtin. Sofya tevli rûniştinê nebû. Parêzerê Sofyayê Gulistan Ataş li rûniştinê amade bû.
Meqama îddiayê û parêzer daxwaza temakirina kêmasiyan kir.
Dadgehê biryara temamkirina kêmasiyên di dosyeyê de da û rûniştin taloqî 11'ê Hezîranê hat kirin.