Ji bo Eren Keskin û Gullistan Yarkin ceza hat xwestin
- 16:07 26 Adar 2024
- Hiqûq
STENBOL - Di 2'yemîn rûniştina doza Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskin û endama Komisyona li dijî Cihêkarî û Nîjadperestiyê ya ÎHD'ê Gullistan Yarkin bi îddiaya "Biçûkxistina gelê tirk" jê dihatin darizandin de dozger ceza xwest. Rûniştin hat taloqkirin.
2'yemîn rûniştina doza Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskin û endama Komisyona li dijî Cihêkarî û Nîjadperestiyê ya ÎHD'ê Gullistan Yarkin bi îddiaya "Biçûkxistina gelê tirk" jê dihatin darizandin li 5'emîn Dadgeha Cezayê Esliyeya Edliyeya Stenbolê hat dîtin.
Parêzerên Eren û Gullistanê li rûniştinê amade bûn. Rûniştinê 40 deqeyî dereng dest pê kir. Seroka Konseya Navenda TTB'ê Dr. Şebnem Korur Fincanci, Dayikên Şemiyê, Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Gulseren Yoleri û rêveberên ÎHD'ê, parêzvanên mafên mirovan û gelek hiqûqnas ji bo piştevaniyê tevli rûniştinê bûn.
Dozger di mutalaayê de bi îddiaya "Biçûkxistina gelê tirk" xwest Eren û Gullistanê ceza bigirin.
Parêzerên Eren û Gullistanê ji bo parastinê dem xwestin. Şandeya dadgehê daxwaz qebûl kir û rûniştin taloqî 2'yê Gulanê kir.