HSK’ê derbarê biryara Abdullah Zeydan de lêpirsîn da destpêkirin
- 16:02 4 Nîsan 2024
- Hiqûq
NAVENDA NÛÇEYAN - HSK’ê derheqê dadgeha têkildarî Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan de biryar dabû lêpirsîn da destpêkirin.
Lijneya Dadger û Dozgeran (HSK) derheqê 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê de ku biryara îadekirina mafên qedexekirî ya Abdullah Zeydan paşvegirtibû, lêpirsîn da destpêkirin.