'Qetilkirina Rozerînê ji polîtîkayên şerê taybet ne serbixwe ye'
- 09:07 3 Gulan 2024
- Hiqûq
Şehrîban Aslan
AMED - Rozerîn Yildiz ku du salan li nexweşanê têkoşîna jiyanê da di rojên borî de jiyana xwe ji dest da. Parêzera Rozerînê, Dîcle Sumer diyar kir ku tiştên tên jiyîn ji polîtîkayên şerê taybet serbixwe nîne.
Li navçeya Hênê ya Amedê jina bi navê Rozerîn Yildiz ji aliyê Ozcan Yildiz ku pê re di asta destberdanê de bû bi awayekî sîstematîk tundî dît û du caran di stargehê de ma. Rozerîn ku ji ber tehîdan neçar ma vegere mala xwe, dîsa tundiya sîstematîk lê hat kirin. Gumanbar Ozcan Yildiz di 8’ê Hezîrana 2022’yan de bi çekê Rozerîn bi giranî birîndar kir. Rozerînê rakirin nexweşxanê û gumanbar Ozcan Yildiz jî du roj piştî bûyerê hat girtin.
Rozerîn ku 2 sal bû têkoşîna jiyanê dida di 19’ê Nîsanê de jiyana xwe ji dest da. Parêzera Rozerînê Dîcle Sumer pêvajoya hatiye jiyîn nirxand.
‘Ji bo cezayê giran bigire çi ji destê me bê em ê bikin’
Dîcleyê da zanîn ku li Kurdistanê salên dawî de tundiya leşker û polîsan zêde bûye û ev parçeyek polîtîkaya şerê taybet e. Dîcleyê wiha anî ziman: “Tişta ku Rozerînê jiyaye jî parçeyek vê polîtîkayê ye. Ev 24 meh bû têkoşîn ajiyanê dida lê mixabin têkoşîna xwe winda kir. Niha yekane tişta dilê me rehet dike girtina gumanbare. Lê ji bo cezayê heq dike bigire çi ji destê me bê em ê bikin.”
‘Îdianame bi xof bû’
Dîcleyê daxuyakirin ku ewil li ser dozya doza Rozerînê biryara veşariyê hebûye û wiha pê de çû: “Di dosyayê de agahiyên kêm hebûn. Îdianame ji sûcê ‘teşebusa ji qestî kuştin’ hat amadekirin. Îdianameya hat amadekirin bi xof bû. Dozger der barê gumanbar de daxwaza ‘daxistin tahrîka bêmaf’ kir. Îfadeyên gumanbar wekê ku Rozerînê xwe întîxar kiriye bû. Rûniştina yekemîn di meha Kanûnê de bû. Gelek saziyên jinan xwestin tevli runiştinê bibin lê dadgehê red kir. Ji ber gumana reva gumanbar hebû hîna girtiye. Wek min gotiye ji ber polîtîkayên şerê taybet ceza bê daxistin wê ji bo edeletê qet nebaş be.”
Bang kir
Dicleyê balkişand ser rûniştinên demên berê û wiha anî ziman: “Tevlibûn ne têr bû. Dadgehê daxwaza tevlibûna saziyên jinan red kir û ev jî bi armanca pêşî li têkşîna rêxistinkirî bê kirine. Saziyên jinan dixwazin tevli bibin lê raste rast hat redkirin. Navenda Mafê Jinan a Baroya Amedê, Komeleya Jinan a Rosa xwest tevli bibe. Lê redkirin. Kuştinên jinan girêdayê polîtîkayên şerê taybete. Divê em di hişmendiya vê de bin û hem piştgiriyê bidin malbatê hem jî me.”
‘Ceza wê pêşî li tundiyê bigirin’
Dîcleyê di dawiyê de ev nirxandin kir: “Rayeya bikaranîna çekan didin şexsan. Ev polîtîkayek şerê taybete. Di runiştinê de gumanbar her tim behsa nasnameya Kurd a Rozerînê dikir. Wekê ku ew jî qet ne Kurde. Rozerîn ji ber Kurdbûn û nasnameya jinê bi newekheviyê re hat rû hev. Leşker û polîs jî vê pir dikin. Dizanin ku encama vê de ceza nagirin. Rozerîn bi çekeke ku bi destê dewletê hatiye dayîn hat qetilkirin. Ji bo pêşî li vê bê girtin divê cezayên giran bên dayîn.”