Dozger xwest polîsê îşkence li Rojbîn Çetîn kiribû bê beraetkirin
- 11:04 31 Gulan 2024
- Hiqûq
AMED - Dozger ji bo polîs Serdar Gok ê ku bi kuçikê îşkence li Rojbîn Sevîl Çetîn kiribû, beraetê xwest.
Li Amedê di 26’ê hezîrana 2020’î de polîsan avêtibû ser mala aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Rojbîn Sevîl Çetîn. Polîsan bi kûçikê îşkence li Sevîl kiribûn. Piştî ew 11 rojan di binçavan de ma, ji aliyê Dadgeha Amedê ve hatibû girtin. Perwerdekarê kuçikê polîs Serdar Gok ji ber îşkenceya li Sevîl kiribû tê darizandin. Danişîna doza polîs li 9’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Amedê hat lidarxistin. Parêzera Sevîl, Ozum Vurgun beşdarî danişînê bû. Dozger ango meqamê îdiayê der barê polîs de mutalaya xwe da û ji polîs re beraetê xwest. Parêzer Ozum Vurgun li dijî mutalaya polîs daxwaza dema zêde kir.
Şandeya dadgehê daxwaza parêzer qebûl kir û danişînê taloqî 5’ê mijdarê kir.