‘Qetilkirinên jinan ne şexsî, polîtîkin’
- 09:04 16 Adar 2026
- Hiqûq
Evîn Çîftçî
RIHA - Fazîlet Taştan Arserîm diyar kir ku qetilkirinên jinan ne şexsîye bûyerên polîtîk yên civakê eleqeder dikye û got: “Ji ber cezayên bi bandor nayên dayîn, pêvajoyên hiqûqî bi bandor nayên meşandin, qetilkirinên jinan zêde dibin.”
Di dozên qetilkirina jinan û êrîşên zayendî de li gumanbaran cezayên bê bandor tên dayîn, ji ‘rewşa baş’, ‘tahrîka bêmaf’ ceza tên daxistin û ev jî zemîna zêdebûna bûyeran ava dike. Bi feshkirina peyaman Stenbolê û pêknehatina bi bandor a qanûna hejmar 6284, jin mahkumê bêewlebûnê tên kirin.
Rêvebera Komeleya Piştevaniya Jinan a Yaşamevî ya li Rihayê xebatan dimeşîne, parêzer Fazîlet Taştan Arserîm der barê mijarê de axivî.
‘Sedema qetilkirina jinan polîtîkayên bêcezahiştinê ne’
Fazîlet Taştan Arserîm diyar kirku sedema qeitlkirina jinan polîtîka bêcezahiştinê ye û wiha dirêjî dayê: “Die ncama bêcezahiştin, tahrîka bêmaf, daxistina takdîrîde mixabin qetilkirinên jinan her diçin zêde dibin. Gumanbar ji ber van pêkanînan cesaretê digirin û hestên çavsorî sûc dikin.”
Pêkanînên daxistina takdîrî
Fazîlet Taştan Arserîm balkişand ser dosya Pinar Sevîm a di salên borî de hatibû qetilkirin û got: “Em ji destpêkê de ye dosyayê dişopînin û me xwest em tevli dosyayê bibin. Lê ev daxwaza me hat redkirin. Tevî vê em tevli her runiştinê bûn. Ewil li gumanbar cezayê muebeta giran hat birîn, piştre ji daxistina takdîrî daxistin cezayê meubetê û biryara berdewamkirina girtî dan. Rewşa gumanbar a di runiştinê de, bi hincetên ku berê sabiqeya wî tuneye tê pêkanîn. Daxwaza me muebeta giran bû. Lê mixabin cezayê muebetê birîn.”
‘Daxwaza me: Cezakirina gumanbarane’
Fazîlet Taştan Arserîm bi lêv kir ku cînayetên jinan ne şexsîne, bûyerên polîtîk yên hemû civakê eleqeder dike ye û got: “Divê gumanbar bên cezakirin. Divê cezayên bi bandor li dijî sûcên li hember ji, zarok û mafê jiyanê tê kirin bên dayîn. Daxwaza me eve ku gumanbar bên cezakirin. Ez banga mezinkirina têkoşînê li hemû jinan dikim. Em ê bi hev re piştevaniya xwe û têkoşîna xwe mezin bikin.”







